Wednesday 13 May 2015

Çalakiyên Hefteya Cejna Zimanê Kurdî

CEJNA ZIMANÊ KURDÎ (15ê Gulanê)



Stenbol, Amed, Cizîr, Êlih

Rojên Çand û Hunerê yên Kurdî,Stenbol
I. Pêşengeha Pirtûkan A Amedê
9. Mihrîcana Çand û Zimên A Cizîrê
Pêşbirk, Panel û Xwendina Pirtûkên Kurdî -Êlih

Friday 1 May 2015

PÊŞBAZIYA XELATA ÇÎROKAN A ŞERZAN KURT A V. 2015

XELATA ÇÎROKAN YA ŞERZAN KURT A V. 2015


Eğitim Sen Şaxa Batmanê; ji bo balê bikişîne ser binpêkirina mafên mirovan ên li Tirkiyê û ji bo afirandina berhemên xweser û hêja yên wêjeyî, ev pênc sal in li ser navê ŞERZAN KURT (1989-2010) xelata çîrokan li dar dixe. Şerzan Kurt,dema li Zanîngeha Muğlayê dixwend di 12ê Gulana 2010 an de, di pevçûnekê de bigulleya polêsekî jiyana xwe ji dest dabû.