AMED (DÎHA) – Pêşbirka helbestan a ji bo bîranîna helbestvanê kurd Arjen Arî îsal cara duyemîn tê lidarxistin serlêdan di 1’ê Kanûnê de dest pê dike. Pêşbirka helbestan a bi zaravaya kurdî ya kurmancî tê lidarxistin ji bo hemû kesên berê pirtûka wan a helbestan nehatiye weşandin vekiriye.

Li ser navê weşanxaneyan nivîskar Yusuf Karataş axivî û diyar kir ku ev ji bo Arjen Arî yê tevahî jiyana xwe ji bo azadiya ziman û wêjeya kurdî daye û ji têkoşîna xwe tu caran tawîz nedaye par yekem car pêşbîrk li dar xistine. Karataş bilêv kir ku dema ku perwerdehiya zimanê dayikê qedexe bû, li hemberî ziman û wêjeya kurdî de astengî heye berdewamkirina vê pêşbirkê girîng e û pêşbirk di heman demê de ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd a li ser esasên demokratîk de ji bo vê têkoşînê dê di warê ziman û Wêjeyê de bibe dengek.
Îsal dê ‘Xelata rûmetê’ jî bê dayîn
Karataş da zanîn ku îsal dê ji aliyê lijneya hilbijêr a ku ji hunermend û rewşenbîrên ji neteweyên cuda ve ji bo kesekî ku bê diyarkirin “Xelata rûmetê” bê dayîn. Karataş got ku pêşbirk dê dengên nû tevli wêjeya kurd bike û hêzê bide têkoşîna rakirina astengiyên li hemberî ziman û wêjeya kurdî.
Xelat dê 23’yê gulanê de bê dayîn
Serlêdanên ji bo beşdariya pêşbirkê dê di navbera 1’ê kanûna 2014’an û 31’ê çileya 2015’an de bê qebûlkirin. Hemû kesên dikarin bi helbestên xwe yên kurmancî beşdarî pêşbirkê bibin. Piştî serlêdan bi dawî bûn lijniya hilbijêr a ji Berken Bereh, Lal Laleş, Ferhat Pîrbal, Beyar Bavî û Necla Akay pêk tê berhemên ku ji bo xelatê bigirin dê bên diyarkirin û di 23’yê gulana 2015’an de jî bi merasîmê bê dayîn. Kesên ku dixwazin tevli pêşbirkê bibin, dikarin serlêdanên xwe li weşanxaneyên navborî û Komeleya Nivîskarên Kurd bikin.
(sa/wk)
No comments:
Post a Comment
Şîrove Bikê