Strana Mîrzayê Biçûk - Revoko
Stran
Mîrzayê Biçûk
Zarokek biçûk hebû
Li rojgera xwe bi tenê bû
Bi gula xwe re şa bû
Ew mîrzayê biçûk bû
Roj hat ji gula xwe veqetiya
Çû rojgerê din geriya
Gote çi xerîb e ev mezinan
Soxin xuya bû li dinya
Ew zarok bû
Bi dîtina rojavayê kêyfxweş bû
Mezin bê fahm bûn
Bi ya wan marê boa şewqe bû
Ew zarok bû
Ji pirsekê re pirseka wî bersiv bû
Mezin bê fahm bûn
Hemû bi karên giring re mijûl bûn
Ji marekê re got “şevbaş”
Kanî însanên zor xweş
Gulistanê de tenê ma
Biçûkbûna xwe giriya
Roj çû bi rovîkî re bû heval
Her roj ji firokvan re kir qal
Rastî xuyayî di dil da
însan bê heval li dinya
Ew zarok bû
Bi dîtina rojavayê kêyfxweş bû
Mezin bê fahm bûn
Bi ya wan marê boa şewqe bû
Ew zarok bû
Ji pirsekê re pirseka wî bersiv bû
Mezin bê fahm bûn
Hemû bi karên giring re mijûl bûn
Ew Mîrzayê biçûk bû
Rêhevalê rovî bû
Digeriya li nav çolan
Ji bo bîreke li dûr da
Ew Mîrzayê biçûk bû
Rêhevalê rovî bû
Digeriya li nav çolan
Ji bo bîreke li dûr da
Gotin û Muzîk: Revoko

Xwendin Bi Kurdî Xweştir e.
Pirtûk: Mirzayê Biçûk
PirtûkaKurdi
No comments:
Post a Comment
Şîrove Bikê