Showing posts with label kurdî. Show all posts
Showing posts with label kurdî. Show all posts

Monday, 8 August 2016

2. PÊŞBİRKA ÇÎROK Û HEL­BESTAN AŞ.DENİZ FİRAT

2. Pêşbirka Çîrok û Helbestan 2. PÊŞBİRKA ÇÎROK Û HEL­BESTAN AŞ.DENİZ FİRAT
  
2’emîn Pêşbirka Çîrok û Hel­bestan a Ş.Deniz Firat ku ji alîyê Yekîtiya Xwendevanên Azad YXA’ê ve tê li darxistin. Pêşbirka îsal pêşkêşe ji bo şehîdên berxwedana bakûrê Kurdistanê. Pêşbirka îsal di 22 Nîsana 2016’an dest pê kir û kesên bixwazin beşdarî Pêşbirkê bibin divê heta 25 Hezîrana 2016’an berhemên xwe bişînin naven­da saziya ciwanan a Mexmûr’ê. Merasîma 2’emîn Xelatên Wêjeyê yên Ş.Deniz Firat wê di 8 ‘ê Tebaxa 2016 de li wargeha penaberan a mexmûr’ ê pêk were.


Wednesday, 9 March 2016

Qursên Zimanên Kurdî - "Halk Eğitim Merkezi"



* Wezareta Perwerdehiyê bernameyên qursên kurdî ji nav modulên qursan de derxist.
   Ev jî tê vê wateyê ku "hat lê hêca destpênekirî çû".


 


"Halk Eğitim Merkezi", Navenda Perwerdehiya Gel a Tirkiyê,   ji bo zimanê kurdî (Kurmancî û Zazakî) bernameyên qursan weşand. 

Bi vê biryar û weşandina van bernameyan ve,
 mamosteyên zimanê kurdî (Lisans, Lîsansa Bilind) 
dikarin di hemû dibistanan de qursên zimanê kurdî (kurmancî û zazakî)  vekin 
û dersên zimanê kurdî bidin..


Sunday, 21 February 2016

Kurdî jî bû yek ji zimanên Pergala Wergerê ya Google



Kurdî jî di Google Werger-ê de ye

Zimanê kurdî jî êdî li ser rûpelên "google translate / google werger"-ê ye...

Kurdî jî ket nav sîstema wergerandinê ya Google!

Google wergerê bi kurdî jî dike




Tuesday, 16 February 2016

ROJA ZIMANÊ ZIKMAKÎ - 2016


 

  21Ê SIBATÊ ROJA ZIMANÊ ZIKMAKÎ



EM KÎ NE?
Em dê û bav in, lewra zarokên me hene. Em xwişk û bira ne, lewra xwişk û birayên me hene. Em  zarok in, lewra dê û bavên me hene. Em karin xwe bi awayên cuda cuda bidin nasîn û bêjin em filan kes in.  Lewra em xwediyê çi bin, ew tiştên ku em xwedî ne, me dikin tiştekî an jî kesekî.  Heke em bi çavekî civakî li xwe binêrin em ê bijên em kurd in. Lê çima em dibêjin em kurd in û çi me dike kurd?  Helbet tiştê ku me dike kurd, di serî de kurdî ye ango zimanê me ye.  Zimanê xwe em hêj di zikê dayika xwe de dibihîzin. Zimanê me lorîna dayikên me ye ku me di dergûşa xwe de bihîstiye.  Şîretên bavên me ye ku gelek caran li me hatine kirin. Li ser zimanê dengbêjekî, derbirîna kul  û keserên me ye û li dawetan tilîliyên me ye.


Wednesday, 30 December 2015

HEJMARA NÛ YA KOVARA ZANKO AMADE YE.



Ji bo dabarkirinê li lînkên jêr bitikînin. 
dabar-bike

bıxwine

Kovara Zanko bi hejmara xwe ya 5’an amade ye. 
Di vê hejmarê de dîsa mijarên têr û tijî ligel stîleke cuda dê xwe bigihînin xwîneran. 


Saturday, 29 August 2015

Klavyeya Bi Kurdî

Klavyeya Bi  Kurdî


Klavye (keyboard) û fontên kurdî

STOCKHOLM, 4/6 2005 — Me li vê derê hinek font û klavyeyên kurdî-latînî û kurdî-erebî danîne û tu dikarî bi van fontan hem kurdî-latînî û hem kurdî-erebî binivîsînî. Bi van klavyeyan tu dikarî kurdî-latînî binivîsînî bêyî ko tu fontên Nefelê jî bi kar bînî. Ji ber di sîstema kompûterê bi xwe de bo nimûne Times New Roman heye û di wî fontî de hemî herfên kurdî-latînî hene û tu dikarî bi arîkariya van klavyeyan bi Times New Roman jî kurdî-latînî binivîsînî.


Daxe: Klavyeya Kurdî-Fontên Latînî  



Thursday, 19 February 2015

21Ê SIBATÊ ROJA ZIMANÊ ZIKMAKÎ



ZIMAN Û ZIMANÊ ZIKMAKÎ

Ziman vegotina fikr û ramaman e. Ziman hevcedariyeke têkiliyê ye.

Zimanê zikmakî çanda gelan e. Bi xwe  de  dîrok, wêje û jiyana gelan dihevine. Zimanê zikmakî, zimanê dayik û bav û kalan e.

Saturday, 3 January 2015

WERGER


Qursa Zimanê Kurdî – Asta Yekem
WERGER


Hevokên tirkî wergerînin kurdî





Sunday, 19 October 2014

Alfabeya Kurdî ya Latînî


Alfabeya Kurdî ya Latînî

31 Tîp
Aa Bb Cc Çç Dd Ee Êê Ff Gg Hh Ii Îî Jj Kk Ll Mm Nn Oo Pp Qq Rr Ss Şş Tt Uu Ûû Vv Ww Xx Yy Zz

1 Pevdeng
XW xw

8 Dengdêr 
Aa Ee Êê Ii Îî Oo Uu Ûû

Dengdêrên Dirêj:
Aa, Êê, Îî, Oo, Ûû

Dengdêrên Kurt:
Ee, Ii, Uu


Tuesday, 11 February 2014

Azmûna Zaningeha Artuklu ya Ziman û Wêjeya Kurdî (Kurmancî)


Azmûna Zaningeha Artuklu ya  Ziman û Wêjeya Kurdî (Lîsansa Bilind a Bê Têz a Kurmancî)






Mijarên di ezmûnê de hatinê pirsîn

Thursday, 23 January 2014

Thursday, 22 August 2013

Lîsteya Romanên Bi Kurdî

Romanên Bi Kurdî hatine nivîsandin.







Mahmud BAKSÎ,  Mehmed UZUN, Ereb ŞEMO, Eliyê Evdirehman, Laleş QAŞO, ...



Tuesday, 18 June 2013

Ezmûna Kurdî ya Zanîngeha Dîcle

Dicle Üniversitesi Kürtçe Sınav (Çalınma nedeniyle, ertelenen sınav soruları olduğu iddia ediliyor)

Ezmûna Kurdî ya Zanîngeha Dîcle (Tê angaşt ku,  ji bo ku pirs hatibûn dizin, ezmûn betal bû û ev pirs nehatin pirsîn. )