Ziman
vegotina fikr û ramaman e. Ziman hevcedariyeke têkiliyê ye.
Zimanê
zikmakî çanda gelan e. Bi xwe de dîrok, wêje û jiyana gelan dihevine. Zimanê
zikmakî, zimanê dayik û bav û kalan e.
Roja
Navneteweyî ya
Zimanê Zikmakî her sal 21ê sibatê te pîrozkirin.
Ev roj, di 1999 de ji aliyê UNESCOyê hat pejirandin û bi seremonîyekî hat ragihandin. Ev roj her sal li seranserê cîhanê bi çalakiyên pirrengî tê pîrozkirin.
Ev roj, di 1999 de ji aliyê UNESCOyê hat pejirandin û bi seremonîyekî hat ragihandin. Ev roj her sal li seranserê cîhanê bi çalakiyên pirrengî tê pîrozkirin.
Armancên vê rojê ev in:
Balkişandina
ser mafê perwerdeya zimanê zikmakî
Bilindkirina
famdariya ji bo civakeka pirçandî
Bilindkirina
toleransa li hember mirovên cihêreng
Çima 21ê sibatê?
Dema ku UNESCO li ser pirsa dîyarkirina rojê di nav lêgerînê de bû,
Bangladeşiyan 21ê sibatê pêşnîyar kir.
Di 21ê sibata 1952ê de, di xwepêşandaneka ji bo fermîbûna zimanê zikmakî de
polîs 11 kes kuştin. Loma Bengladeşî 21ê sibatê wek roja şehîdên zimanê xwe bibîrtînin.
polîs 11 kes kuştin. Loma Bengladeşî 21ê sibatê wek roja şehîdên zimanê xwe bibîrtînin.
Bengladeş heta sala 1971ê mêtingeha Pakîstanê bû. Hema hema hemî bengladeşî
bi bengalî dipeyivîn, lê dîsa jî zimanê wan yê fermî zimanê Pakîstanê, urdû, bû.
Bengladeşî ji vê yekê ne razî bûn. Nerazîbûna xwe bi çalakiyên têvel diyar dikirin.
bi bengalî dipeyivîn, lê dîsa jî zimanê wan yê fermî zimanê Pakîstanê, urdû, bû.
Bengladeşî ji vê yekê ne razî bûn. Nerazîbûna xwe bi çalakiyên têvel diyar dikirin.
Di 21ê sibata 1952ê de, ji bo ku zimanê bengalî jî li gel zimanê pakîstanê yê fermî,urdu,
bibe zimanê fermî, xwendekaran xwepêşandaneka girseyî li dar xist. Polîs êrîş bir
ser xwepêşandaran û 11 kes kuştin. Lê bengladeşiyan têkoşîna xwe ya ji bo fermîbûna
zimanê xwe yê zikmakî domandin.
bibe zimanê fermî, xwendekaran xwepêşandaneka girseyî li dar xist. Polîs êrîş bir
ser xwepêşandaran û 11 kes kuştin. Lê bengladeşiyan têkoşîna xwe ya ji bo fermîbûna
zimanê xwe yê zikmakî domandin.
Hukumeta Pakistanê neçar ma ku di 1956ê de urdu û bengalî bi hev re
li Pakîstanê bike zimanên fermî. 21ê sibatê, di têkoşîna ji bo bikaranîna
mafê zimanê zikmakî qonaxeka girîng e. Lewma UNESCoyê ev roj pejirand.
li Pakîstanê bike zimanên fermî. 21ê sibatê, di têkoşîna ji bo bikaranîna
mafê zimanê zikmakî qonaxeka girîng e. Lewma UNESCoyê ev roj pejirand.
Di van salên dawî de kurd jî hêdî hêdî vê rojê pîroz dikin û balê dikşînin ser
mafê kurdan yê perwerdeya zimanê zikmakî û perwerdeya bi zimanê zikmakî
mafê kurdan yê perwerdeya zimanê zikmakî û perwerdeya bi zimanê zikmakî
Gotinên li ser zimanê zikmakî:
- Zimanê zikmakî pîroz e.
- Zimanê me hebûna me ye!
- Zimanê xwe bixwînin, binivîsin, biaxivin.
- Parastina zimanê zikmakî mafekî gerdûnî ye.
- Zimanê zikmakî maf e.
- Em perwerdehiya zimanê zikmakî dixwazin.
- Zimanê min qedexe neke!
- Zimanê me rûmeta me ye.
- Bê ziman jiyan nabe!
- Em perwerdehiya zimanê dayikê dixwazin.
- Roja zimanê zikmakî pîroz be!
- Sînorê zimanê min sînorê cîhana min e.
- Roja zimanê zikmakî li hemu gelan pîroz be!
- Zimanê zikmakî çermê min e, zimanên din kincen min in. (C. A. Bedirxan)
Zimanê herî xweş, zimanê mirov bi xwe ye.
ReplyDelete