Komeleya Nivîskarên Kurd û Egitim-Sen şaxa Amadê pêşbaziyeka çîrokê bo xwendekarên lîseyê bi herdu kurdiyên kurmancî û dimilî çêdike. Hersê çîrokên serkeftî (yek, du, sê) xelatên diravî distînin. Çîrokên 4, 5, 6 û 7 dê xelata mansiyonê wergirin. Komeleya Nivîskaran di afîşa xwe ya pêşbaziyê de şertên pêşbaziyê û Lijneya Nirxandinê li jêrberçav dike.