Pişgiriyê Bidin Xebatên Zimanê Kurdî !!!
Tuesday, 16 February 2016
ROJA ZIMANÊ ZIKMAKÎ - 2016
21Ê SIBATÊ ROJA ZIMANÊ ZIKMAKÎ
EM KÎ NE?
Em dê û bav in, lewra zarokên me
hene. Em xwişk û bira ne, lewra xwişk û birayên me hene. Em zarok in, lewra dê û bavên me hene. Em karin
xwe bi awayên cuda cuda bidin nasîn û bêjin em filan kes in. Lewra em xwediyê çi bin, ew tiştên ku em xwedî
ne, me dikin tiştekî an jî kesekî. Heke
em bi çavekî civakî li xwe binêrin em ê bijên em kurd in. Lê çima em dibêjin em
kurd in û çi me dike kurd? Helbet tiştê
ku me dike kurd, di serî de kurdî ye ango zimanê me ye. Zimanê xwe em hêj di zikê dayika xwe de
dibihîzin. Zimanê me lorîna dayikên me ye ku me di dergûşa xwe de
bihîstiye. Şîretên bavên me ye ku gelek
caran li me hatine kirin. Li ser zimanê dengbêjekî, derbirîna kul û keserên me ye û li dawetan tilîliyên me ye.
Tuesday, 2 February 2016
DERSA KURDÎ HILBIJÊRIN!
Malbatên Kurd!
Xwendekarên Kurd!
Ji bo sala bê (2016-2017), xwendekar ji nav dersên hilbijartî, dersên ku dixwazin, divê heta 19ê Sibatê hilbijêrin.
‘Dersa kurdî hilbijêrin’
"Ji bo perwerdehiya bi zimanê zikmakî zarokên xwe bişînin dersa kurdî"
Thursday, 14 January 2016
Wednesday, 30 December 2015
HEJMARA NÛ YA KOVARA ZANKO AMADE YE.
Ji bo dabarkirinê li lînkên jêr bitikînin.
Kovara Zanko bi hejmara xwe ya 5’an amade ye.
Di vê hejmarê de dîsa mijarên têr û tijî ligel stîleke cuda dê xwe bigihînin xwîneran.
Friday, 11 December 2015
Saturday, 5 December 2015
SERLÊDANÊN PÊŞBIRKA ARJEN ARÎ DESTPÊKİR
EV ŞARTNAMEYA WÊ YE:
PÊŞBIRKA HELBESTÊ YA ARJEN ARÎ
Ji bo bîranîn û yadkirina Arjen Arî yê yek ji pêşengê helbesta nûjen a helbesta kurdî bû ku di 30ê Kewçêrê de çû ser dilovaniya xwe dê îsal 3.mîn pêşbirka helbestê bê li dar xistin.
Wednesday, 4 November 2015
Alîkariyê Bidin Ku Google Hînî Kurdî Bibe!
Hevalên dilxwaz û kurdîhez!
Alîkariyê bidin ku di demek nêz de google bibe kurdî...
Girêdan: https://translate.google.com/community_s/answer
Alîkariyê bidin ku di demek nêz de google bibe kurdî...
Girêdan: https://translate.google.com/community_s/answer
Friday, 9 October 2015
Subscribe to:
Posts (Atom)








