Tuesday 16 February 2016

ROJA ZIMANÊ ZIKMAKÎ - 2016


 

  21Ê SIBATÊ ROJA ZIMANÊ ZIKMAKÎ



EM KÎ NE?
Em dê û bav in, lewra zarokên me hene. Em xwişk û bira ne, lewra xwişk û birayên me hene. Em  zarok in, lewra dê û bavên me hene. Em karin xwe bi awayên cuda cuda bidin nasîn û bêjin em filan kes in.  Lewra em xwediyê çi bin, ew tiştên ku em xwedî ne, me dikin tiştekî an jî kesekî.  Heke em bi çavekî civakî li xwe binêrin em ê bijên em kurd in. Lê çima em dibêjin em kurd in û çi me dike kurd?  Helbet tiştê ku me dike kurd, di serî de kurdî ye ango zimanê me ye.  Zimanê xwe em hêj di zikê dayika xwe de dibihîzin. Zimanê me lorîna dayikên me ye ku me di dergûşa xwe de bihîstiye.  Şîretên bavên me ye ku gelek caran li me hatine kirin. Li ser zimanê dengbêjekî, derbirîna kul  û keserên me ye û li dawetan tilîliyên me ye.



Edî gelek kes zanin ku zimanê dayikê çiqas girîng e û çiqas ji me ra lazim e, lê cardin jî divê em çend tiştan bêjin :
  • ·         Mirov bi zimanê dayika xwe difikire û tiştan fêm dike, lewma gelek zana dibêjin perwerdeya bi zimanê dayikê ji bo zarokan gelek girîng e û lazim e. Jixwe çi Ewrûpa be çi dewletên din ên demoktarîk bin, mafê perwerdeya bi zimanê dayikê daye gelên xwe û yek ji wan jî Swêd e ku kanûna wan a di vî warî de wisa ye :

    “ Zarokên/ Xwendekarên ku li mala xwe ji xeynî  Swêdî  bi zimanekî din xeber didin, xwedî maf in ku bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibin. Berpirsyarên organîzekirina vê perwerdeyê, şaredariyên heremî ne. ( Rêziknameya Perwerdeya Swêdê, Beşa 5an,  Gotara 4an)”


    Swêdê tenê şertek daniye ku ew jî dibêje ji bo vî mafî divê herî kêm 5 kes hebin ku ji bo wan perwerde çêbe. Îro li Swêdê dora  10.000 zarokên kurd bi zimanê xwe  perwerde dibin û mixabinbi milyonan zarokên kurd  li welatê xwe ji vî mafî bêpar in. Belê bi giştî  zarokên kurd di dersên xwe de ne serkeftî ne û ev rastiyek e, lê  dîvê em ji bîr nekin ku, ne ku zarokên me ji ber ku bi giştî tiral in di dersên xwe de ne serkeftî ne. Ji xirabbûna sîstema perwerdeyê zêdetir belkî nebûna perwerdeya bi zimanê dayikê , zarokên me ji dersan dihêle. Lewra ji bo zarokên me yên ku bi kurdî mezin bûne, fêmkirina dersan  a bi zimanekî din zehmet e.

  • ·         Ziman wek darekê ye. Em av bidin şîn dibe, em av nedin hişk dibe. Şînkirina zimanekî, bi wî zimanî xeberdan e û hişkkirina zimanekî jî devjêberdan û pê xeber nedan e. Zimanê ku pê nayê xeberdan bêhêz dibe û ber bi mirinê ve diçe. Lewma divê kes nebe sebebê mirina zimanê xwe. Li zimanê xwe xwedî derketin ev e! Lewra her kes bi serê xwe xwediyê zimanê xwe ye û jê berpirsyar e.  Beriya 300 salan zanayê kurd Ehmedê Xanî zimanê kurdî dişibîne qumaşekî û wisa dibêje : “ çi bikim ku qewî kesade bazar / Nîn in ji qumaşê re xerîdar(muşterî)”  û li dereke din zimanê kurdî dişibîne neqdekê(pere-akçe) û wisa dibêje : “neqdê me mebêje kêm bihaye / Bê sikkeyê şahê şehrevan e/  Ger dê bibiwa(biba) bi derbê menqûş / nedma weha(wisa)  bê rewac(qîmet) û mexşûş”. Belê,  kul û kesera Seydayê Xanî bêxwedîbûna zimanê kurdî ye.Dîbeje ew akçeya(zimanê kurdî) ku qîmeta wê ne kêm e û binirx e heke bixwedî bûya ew ê ewqas reş nebûba li ber çavan. Gotinên  ku Xanî beriya vê 300 sal kirine heke em ji xwe re îro nekin guhar û nekin guhê xwe belkî dê sibê zarokên me kal û pîrên xwe fêm nekin û ev ê jî bibe guneh û şerma me.  Lewra me zimanê xwe ji dê û bavên xwe wek emanetekî girtîye û em mecbûr in ku vî emanetî bidin zarokên xwe. Belê îro bi zêdebûna hişmendiya gelê kurd zêdetir însan li zimanê xwe xwedî derdikeve û ew kêfxweşiyek e, lê divê em zêdetir û zêdetir xwedî lê derkevin. Lewra heke em kurd in, zimanê me kurdî ye û heke zimanê me kurdî ye, em kurd in!
Demekê dewleta Pakîstanê zimanê xwe yê urdu dixwest bi zorê bi gelê Bangladeşê wek zimanê fermî bide qebûlkirin, lê gelê Bangladeşê bi vê yekê qebûl nedibû û lewma bi pêşengiya saziya “Tevgera Zimanê Bangal”ê çalakî li dar dixistin.  Di 21ê Sibata 1952an de, di çalakiyeke bi vî rengî de 11 ciwanên Bangladeşî  ji aliyê dewleta Pakîstanê hatine kuştin.

Mesela ziman ne tenê mesela gelê Bangladeşê bû. Li gelekdeverên dinyayê pirsgirêkên zimanan hebûn. Piştî ku ev nirxa gerdûnî, şiruştî, dînî û însanî ango giringîya mafê zimanê dayikê baş hat fêmkirin, UNESCOya(Saziya Netewên Yekbûyî ya Perwerde, Zanist û Çandê) ku girêdayî  Neteweyên Yekbûyî ye, di sala 1999an de bi armanca bibîranîna bûyera Bangladeşê jî, 21ê Sibatê wek Roja Zimanê Dayikê îlan kir. Ji wê rojê pê ve li dewletên ku endamên UNESCOyê ne,  her sal 21ê Sibatê bi çalakiyên cur bi curt tê pîrozkirin. Em jî ji bo ku balê bikişînin giringiya ser zimanê dayikê û xwedî li zimanê xwe derkevin, me bernameyek amade kiriye.

Bi vî armancî em bang li gelê xwe dikin û dibêjin : 

“Ka werin emtev xwedî li zimanê xwe yê şêrîn û lorînên dayikên xwe derkevin!”





..............................................................................................


ANADİL YÜREĞİN KAPISIDIR…


DirmitGulya’ nınDil, halkın yaşam felsefesini ve ideolojisini içeren, insanlık tarihinin farklı çağlarını ve farklı özelliklerini saklayan bir örtü gibidir.” sözü bize dilin bir halkın yaşamındaki önemini açık bir şekilde göstermektedir. Bir dil iletişim aracı olmaktan çok daha öte bir kültürün gizlendiği, biriktirildiği sandıktır. Öyle kelimeler vardır ki anlamı sadece o dile mahsustur, çevirisi yapılamaz. Öyle duygular vardır ki başka kelimelerle anlatılamaz. Bir kültürün en önemli unsurları, masalları, mizahı, destanları ve bu unsurları en iyi anlatan o dilin kendisidir. Çünkü o dille düşünülmüştür. 

Dil bireyin doğumuyla beraber kazandığı bir haktır. Bireyin ailede öğrendiği ilk dil anadildir sonradan öğrenilen, kazanılan dil ikinci bir dil konumundadır bu bağlamda bireyin almış olduğu dil eğitimi ne kadar iyi ve sağlam bir temele dayanırsa birey o oranda kendini iyi ifade eder. Bu ifade anadilde eğitimin çocuğun kimlik ve kültürel gelişimi açısından ne derece önemli olduğu gerçeğini ortaya çıkarmaktadır. Dilini kullanamayan çocukların kimlik oluşumunda ve kültürlerini tanımada maalesef ileriki yaşlarında da büyük sorunların kaynağı olarak 

Anadilde eğitim talebinin bir diğer haklı gerekçesi ise; ulusların kültürel mirası olan dillerini kuşaktan kuşağa aktarabilme, dillerini yaşatabilme haklarından gelmektedir. Avrupa ülkeleri ve diğer demokratik ülkelerin bir çoğu anadilde eğitim hakkını sağlamışlardır. Bunun en önemli örneklerinden biri İsveçtir. İsveçte anadilde eğitim hakkı sadece 5 kişilik gurubun oluşması şartına bağlanmıştır. İsveç’te 10000 kürt çocuk anadilde eğitim görmektedir. Maalesef milyonlarca kürt kendi anavatanlarında bu haktan mahrum bırakılmıştır.

21 Şubat Dünya Anadili Günü`nde, eğitim sistemi açısından milyonlarca çocuğun anadilini kullanamadığı, anadilinde eğitim göremediği için yaşadığı psikolojik travma ve mağduriyetin bu konuda somut politikalar geliştirilerek giderilmesi gerekmektedir. Kamusal, demokratik, bilimsel ve laik eğitimin ayrılmaz bir parçası olan farklı anadiller üzerindeki sınırlamalara artık son verilmeli, her bireyin küçük yaşlardan itibaren kendi anadilini öğrenmesi ve eğitim almasının önündeki bütün engeller kaldırılmalıdır.

21 Şubat Dünya Anadil Günü vesilesiyle Halkımıza Çağrımızdır!

Gelin birlikte güzel dilimize ve annelerimizin sıcacık ninnilerine sahip çıkalım…


 





No comments:

Post a Comment

Şîrove Bikê