Sunday 21 February 2016

Kurdî jî bû yek ji zimanên Pergala Wergerê ya Google



Kurdî jî di Google Werger-ê de ye

Zimanê kurdî jî êdî li ser rûpelên "google translate / google werger"-ê ye...

Kurdî jî ket nav sîstema wergerandinê ya Google!

Google wergerê bi kurdî jî dike






Kurdî jî di Google Werger-ê de ye

Zimanê kurdî jî êdî li ser rûpelên "google translate / google werger"-ê ye...

18 Şubat 2016 Perşembe 19:51


Tora lêgerînê ya herî berfireh Google, tevî zimanê kurdî 13 zimanên din jî, ên ku li seranserê dinyayê ji wan zimanên ku herî zêde tên axavtin in, li ser "google translate / google werger"-ê zêde kirin. 

Bi zêdekirana van 13 zimanan, hejmara tevahîya zimanên ku li hev tên wergerandin bûne 103. Di nav civaka kurd de, ev yek wek serketinek bêhempa hate nirxandin û kurd bi tevahî vê helwesta Google-ê pîroz kirin û spasîyên xwe hem ji Google-ê re, hem jî kesên ku ked û xebatên wan di vî karî de hene re diyar kirin.

Hêjayî gotinê ye ku berê du salan li ser malpera change.org-ê kampanîyayek di der barê vê mijarê de hatibû ava kirin û deha hezare kurd li gel îmzeyên xwe ji Google-ê xwestibûn ku zimanê kurdî jî cihê xwe ê mafdar di nav zimanên din ên dinyayê de bigire. Xeynî vê gelek çalakî û daxwaz hatin pêkanîn. Bandorek gelek xurt û kedek hêja vê serketinê derxiste meydanê. Û ew kampanîya jî, bi vê yekê bi ser ketin û gihîştin armancê. 

Bêguman mamosteyên payebilind Erebê Şemo û Mîr Celadet Bedirxan û hemû kedkar û xebatkarên zimanê kurdî, û her wiha hemû lehengên ku ji bo vî zimanî têkoşîyane, îro di gorên xwe de bi wijdaneke rehet û serbilind radizên... 

(Mezopotamya)



...................................................................

Kurdî jî ket nav sîstema wergerandinê ya Google!

Ji aliyê RÛDAW 18-2-2016

Hewlêr (Rûdaw) – Google, 13 zimanên din jî tevlî sîstema xwe ya wergerandinê (Google Translate) kir. Di nav wan de zimanê Kurdî-Kurmancî jî heye. 
Tora lêgerînê ya Google, zimanê kurdî jî xist nav sîstema xwe ya wergerandinê. Bi vî rengî hejmara zimanên sîstema wergerandinê ya Google bû 103.
Zimanên din ên ku tevlî sîstema wergerandinê ya Google bûne, ev in:
Qirgizî, Hawayî, Samonî, Îskotlandî, Gaelî, Shonî, Korsîkî, Frîzî, Amarî, Sîndî, Peştû (Efxanistan) û Josî.
Kurdan li hember vî karê Google, kêfxweşî nîşan dan û di medyaya civakî de spasiya Google kirin. 
Ji bo ku Kurdî tevlî sîstema wergerandinê ya Google bibe, gellek kampanya û çalakî hatibûn lidarxistin. 
Tê zanîn, yek ji damzerêner û rêveberên Google, kurdekî Rojhilatê Kurdistanê bi navê Umîd Kurdistanî ye. 

Google roja 4ê Îlona 1998ê hat damezirandin.


....................................................................
Google wergerê bi kurdî jî dike
Di 18/02/2016
Google, 13 zimanên din jî tevlî sîstema xwe ya wergerandinê (Google Translate) kir. Di nav wan de zimanê Kurdî-Kurmancî jî heye.
Tora lêgerînê ya Google, zimanê kurdî jî xist nav sîstema xwe ya wergerandinê. Bi vî rengî hejmara zimanên sîstema wergerandinê ya Google bû 103.

Ji bo ku Kurdî tevlî sîstema wergerandinê ya Google bibe, gellek kampanya û çalakî hatibûn lidarxistin.
Tê zanîn, yek ji damzerêner û rêveberên Google, kurdekî Rojhilatê Kurdistanê bi navê Umîd Kurdistanî ye.

No comments:

Post a Comment

Şîrove Bikê