Wednesday, 9 March 2016

Qursên Zimanên Kurdî - "Halk Eğitim Merkezi"



* Wezareta Perwerdehiyê bernameyên qursên kurdî ji nav modulên qursan de derxist.
   Ev jî tê vê wateyê ku "hat lê hêca destpênekirî çû".


 


"Halk Eğitim Merkezi", Navenda Perwerdehiya Gel a Tirkiyê,   ji bo zimanê kurdî (Kurmancî û Zazakî) bernameyên qursan weşand. 

Bi vê biryar û weşandina van bernameyan ve,
 mamosteyên zimanê kurdî (Lisans, Lîsansa Bilind) 
dikarin di hemû dibistanan de qursên zimanê kurdî (kurmancî û zazakî)  vekin 
û dersên zimanê kurdî bidin..


Sunday, 21 February 2016

Kurdî jî bû yek ji zimanên Pergala Wergerê ya Google



Kurdî jî di Google Werger-ê de ye

Zimanê kurdî jî êdî li ser rûpelên "google translate / google werger"-ê ye...

Kurdî jî ket nav sîstema wergerandinê ya Google!

Google wergerê bi kurdî jî dike




Tuesday, 16 February 2016

ÇALAKIYÊN ROJA ZIMANÊ ZIKMAKÎ

ÇALAKIYÊN  ROJA ZIMANÊ ZIKMAKÎ

  

Panel, Daxwiyanî, Meş, Belgedayîn.

 

 

 

ROJA ZIMANÊ ZIKMAKÎ - 2016


 

  21Ê SIBATÊ ROJA ZIMANÊ ZIKMAKÎ



EM KÎ NE?
Em dê û bav in, lewra zarokên me hene. Em xwişk û bira ne, lewra xwişk û birayên me hene. Em  zarok in, lewra dê û bavên me hene. Em karin xwe bi awayên cuda cuda bidin nasîn û bêjin em filan kes in.  Lewra em xwediyê çi bin, ew tiştên ku em xwedî ne, me dikin tiştekî an jî kesekî.  Heke em bi çavekî civakî li xwe binêrin em ê bijên em kurd in. Lê çima em dibêjin em kurd in û çi me dike kurd?  Helbet tiştê ku me dike kurd, di serî de kurdî ye ango zimanê me ye.  Zimanê xwe em hêj di zikê dayika xwe de dibihîzin. Zimanê me lorîna dayikên me ye ku me di dergûşa xwe de bihîstiye.  Şîretên bavên me ye ku gelek caran li me hatine kirin. Li ser zimanê dengbêjekî, derbirîna kul  û keserên me ye û li dawetan tilîliyên me ye.


Tuesday, 2 February 2016

DERSA KURDÎ HILBIJÊRIN!


Malbatên Kurd!
Xwendekarên Kurd!
Ji bo sala bê (2016-2017), xwendekar  ji nav dersên hilbijartî, dersên ku dixwazin, divê heta 19ê Sibatê hilbijêrin.


‘Dersa kurdî hilbijêrin’




"Ji bo perwerdehiya bi zimanê zikmakî zarokên xwe bişînin dersa kurdî"


Videoyên Bi Binnivîsa Kurdî



Videoyên Bi Binnivîsa Kurdî


Videoyên nûjen bi zimanê xwe temaşe bike!



Wednesday, 30 December 2015

HEJMARA NÛ YA KOVARA ZANKO AMADE YE.



Ji bo dabarkirinê li lînkên jêr bitikînin. 
dabar-bike

bıxwine

Kovara Zanko bi hejmara xwe ya 5’an amade ye. 
Di vê hejmarê de dîsa mijarên têr û tijî ligel stîleke cuda dê xwe bigihînin xwîneran. 


Saturday, 5 December 2015

SERLÊDANÊN PÊŞBIRKA ARJEN ARÎ DESTPÊKİR

PÊŞBIRKA HELBESTÊ YA ARJEN ARÎ ÎROJ DESTPÊDİKE.

EV ŞARTNAMEYA WÊ YE:
PÊŞBIRKA HELBESTÊ YA ARJEN ARÎ

Ji bo bîranîn û yadkirina Arjen Arî yê yek ji pêşengê helbesta nûjen a helbesta kurdî bû ku di 30ê Kewçêrê de çû ser dilovaniya xwe dê îsal 3.mîn pêşbirka helbestê bê li dar xistin.