Friday 9 May 2014

JANA GEL - ÎBRAHÎM EHMED




Berhem: JANA GEL
Nivîskar: ÎBRAHÎM EHMED 
Cure: ROMAN




JANA GEL

Yekemîn romana zaravaya soranî hatiye nivîsandin e. Lehengê sereke yê romanê Camêr e. 

Di wê romanê de wek navê romanê "jana gel" ango bindestî, girtîgeh, îşkence, êş, belengazî, kuştin, hwd hene.

Lê belê hemberî wan de, ji bo azadbûn, parastin û serkeftinê jî li serê çiyan û nav bajaran serhildan hebû.

Nivîskar bi jiyana Camer re wan hest û buyeran radixe ber xwendewanan.   



ÎBRAHÎM EHMED  (6'ê adara 1914'an, li Silêmaniyê -  8'ê nîsana 2000'î li LondonBrîtanya), siyasetvan û nivîskarekî kurd bû.


Di sala 1937an de li Bexdayê xwendina xwe ya bilind a li ser hiquqê temam kiriye. Ji sala 1942yan heta sala 1944an, 8 salan Iraqê hakimtî kiriye. Di navbera salen 1939an heta 1949an de, li Bexdayê bi mamoste 'Elaeddin Seccadî re kovara Gelawêjê derxistiye. Ev kovar di warê naverok û temendirêjiya xwe de ji bo xizmeta edebîyat û zimanê kurdî nimuneyeke bi qimet û balkêş e.

Ew pêşî di PDK'ê de bû lê paşî bû yek ji damezrînerên YNK



Îbrahîm Ehmedî yekem romana bi zaravayê soranî nivîsiye û navê wê romanê Janî Gel e. Romana wî ji alî Elîşêr ve bi navê Jana Gel li kurmancî jî hatiye wergerandin.


Keça Îbrahîm Ehmedî, xanim Hêro jina serokkomarê şeşem ê Iraqê û sekreterê giştî yê YNK'ê Celal Talabanî ye.

Di sala 1914'an, an ji di sala 1915'an de li bajare Silemaniyeye hatiye dine.

Berhemên Îbrahîm Ehmed
Yadgarî Lawan, 1933
- Awat û Nahumêdî, 1933 
Kwêrewerî (Misery), 1959
Bawik û Kur
Dirk û Gul, 1961
Jiyan û Xebat, 1961
- Janî Gel, 1972
- Herzekarî û Hejarî, 1972 
Çirîkey Kurdistan, 1979
Pirsey ŞehîdÇirîkey Kurdistan, 1980

4 comments:

  1. http://www.insanokur.org/jana-gel-ibrahim-ehmed/

    ReplyDelete
  2. http://www.radikal.com.tr/radikal.aspx?atype=haberyazdir&articleid=966332

    ReplyDelete
  3. http://www.kurtdiliedebiyati.com/haber/233-nseyn-wjeya-kurd-2.html

    ReplyDelete
  4. m.friendfeed-media.com/9cfa21c6e5d9e2862832d381e10b782bd2ee91ee

    ReplyDelete

Şîrove Bikê