Wednesday 28 November 2012

Fêrbuna Zimanê Kurdî


Stranên Ser Zimanê Kurdî


Ji dengê Koma Zerdeştê Kal, Halit BİLGİÇ û Şitlên Azadîyê strana zimanê Kurdî guhdar bikin.

Berhemên Nû

We bloga ser Zimanê Kurdî hatîyê amadekirîn, her roja diburê pirtuk û keresen ferbuna zimanê kurdi zêde dibin.

Çîrokên Me,

Gotinên Bav û Kalan

Navên Keç û Lawan

 Navê Fêkîyan

Demên Salê

Sipas ji buyî kedkar û xebatkarên zimanê Kurdî.


Thursday 1 November 2012

Enstîtuya Kurdî ya Amedê

Enstîtuya Kurdî ya Amedê ango Înstîtûta kurdî ya Amedê di reşemiya 2004’a li Amedê hatiye avakirin û dest bi xebatên xwe kiriye. Bi vebûna kursên zimanê kurdî re ji raya giştî re hatiye diyarkirin. Ji wê rojê vir ve li ser ziman û wêjeya kurdî xebatên xwe didomîne. Serokê înstîtûtê heta 2006'a Nesip Gültekin bû. Jê bişûn de Ebûbekîr Çelebî bû. Piştî civîna giştî ya dawîn biryarê ji nû ve birêxistinê hate girtin Û Înstîtût wekî Lijneya Rêveberiyê xwe birêxistin kiriye.


Çalakiyên Înstîtûtê

Heta niha çendek panel û atolyeyên ziman ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Amedê ve hatine lidarxistine. Di sermaweza 2005’a de bi hevkariya şaredariya bajarê mezin a Amedê bi tevlîbûna pispor û zimanzanên kurd yên her hêlên cihanê Konferansa Standartkirina Zimanê Kurdî hatiye lidarxistin. Encamên wê konferansê wekî pirtûk hatine weşandin.

Organa Înstîtûtê
Ji gulana 2007'a şûn de Kovara W ketiye bin banê Enstîtuya Kurdî ya Amedê, wekî weşana Înstîtûtê di riya weşangeriyê de jiyana xwe didomîne.


Xebata berhevkariya zargotinê û berhemên wêjeya klasîk a Înstîtûtê


1- DESTPÊK

Li her herêmek, li her bajarek, li her navçeyek, li her gundek, li her newalek, li her geliyek, di her şikeftek de, li ser her kaniyek, di binê her kevirek de, di her malek de, di bîra her mirovek de zimanek, dîrokek, çavkaniyeke civakê heye. Di bin axa vî welatî de gencîneyeke dîrokî, zimanî û çandî û zargotinî heye.Li ser her bihusteke vê erdnîgariyê çavkaniyek heye.Her keseke kurd hem delîl û hem jî şahidê vê çavkaniyê ye. Çima em xwe negihîjînin van çavkaniyan û em têr û tije xwe xwedî nekin? Qad qada me ye, çavkanî li ber me ne û em çima ne amade ne? Destpêkeke baş encameke baş bi xwe re tîne û fermo, em dest pê bikin.
  • 2- ARMANC
Berhevkirina berhemên zargotinî û wêjeya devkî ya gel:
Destan
Çîrok
Xeberoşk
Pêkenok
Gotinên pêşiyan
Biwêj
Tiştanok / mamik û hwd.
Berhevkirina berhemên nivîskî yên kevn û yên wêjeya klasîk:
Dîwan
Helbest
Destnivîs
Pirtûkên kevnare û hwd.
  • 3- RÊBAZ
Berhevkariya bi hevdîtinên rûbirû.
Berhevkariya bi amûrên deng-girtinê, dîmengirtinê û nîşegirtinê.
Bi rêbaza dîroka devkî.

  • 4- PÊVAJO
Pêvajoya demdirêj 5 sal e.

  • 5- ATOLYEYA ZARGOTINÊ
Amadekirina bingehên xebata atolyeyê
5 roj perwerdehî
Roja 6’an panela bi navê “Di bîra her kurdekî/ê de ziman, çand û dîrok veşarî ye”.
Diyarkirina 15 beşdaran.
Diyarkirina cî.
Temînkirin û amadekirina fînansmanê, lêçûnên xwarin û vexwarinê
Encamên xebata atolyeyê:
Di encama xebata atolyeyê de dê beşdarname bê dayîn.
Bi taybetî ji bo xebatên bi vî rengî yên Enstîtuya Kurdî ya Amedê dê destûrname bê dayîn.
  • 6- XEBATA BERHEVKARIYÊ
Berhevkariya zargotinî:
Kêm zêde 50 jin û mêrên çîrokbêj ku temenê wan ji 65 salî mezintir e çavkaniya berhevkariyê ne. Hemû hevdîtin bi sê awayî dê bêne qeydkirin.
Kamera
Wênekêş
Amûra deng-girtinê
Pênûs û perawî
Berhevkar ango kesê ku hevdîtinê pêk bîne ew ê bi tevahî li gorî rê û rêçikên berhevkariyê tev bigere û nîşeyên ku girtine, wêneyên ku kişandine û bi kamerayê dîmenên ku kişandine wekî 3 kopye tomar bike û radestê koordînatoriyê xebatê bike.
Hemû hevdîtin dê li ser destûra kes û malbata çîrokbêjan be û dê zelal û vekirî be. Tercîha me li ciyê ku çîrokbêj dijî hevdîtin pêk bê; lê ku derfet tune bin dibe ku çîrokbêj bê anîn ciyeke guncaw jî.
Di nava xebata berhevkariyê de zêdeyê pirsên pêwist û di derveyê mijarê de bi tu awayî berhevkar pirs û axaftinên cûda bi çîrokbêj re nake.
Berhevkarên ku di derveyê rêgez û rêzikan de tev bigerin, yên ku bêamûr û bêpergal xebatê bimeşînin xebatên wan dê neyên qebûlkirin.
Berhevkariya çavkaniyên wêjeya klasîk ya nivîskî:
Bi hemû seyda û melayên ku li herêmê ne re hevdîtin.
Çavkaniyên ku li cem wan hebin dê bi temînat bêne wergirtin û bi 3 awayan bêne arşîvkirin.
Li ser bidestxistin û kevnbûn û naveroka berheman dê hevdîtin bêne kirin û bêne qeydkirin.
Berhem dê bêne kopîkirin û dîsa li xwediyê wan bêne vegerandin.
Destûra mafên li ser berheman ji xwediyê wan dê bê standin.
Berhemên ku bêne berhevkirin dê wekî 3 kopy bêne arşîvkirin.
Tasnîfa berheman dê bê kirin û di nava xebatên wêjeya klasîk de dê bibin mijara lêkolînê.   Dem û demsala karê berhevkariyê:
Xebata berhevkariyê di her demên salê de dibe. Piştî xebata atolyeyê hemû beşdarên xebata atolyeyê dikarin bi domdarî vî karî bimeşînin.
Bi taybetî demsala zivistanê ji bo karê berhevkariyê guncawtir e.
Xebata Atolyeyê di navbera 20 û 25'ê Tîrmeha 2009'an de pêk hat û beşdarname hatin dayîn.

 


Enstîtuya Kelepora Kurdî



Enstîtuya Kelepûrê Kurdî
Di sala 2003an de wekî rêxistineke sîvîl (NGO) hate damezrandin. Wê du bingehên serekî li bajarê Silêmanî û Dihok û her weha nûnertî li Kerkûk û her çar parçeyên Kurdistanê heye.

·    Armanc: 
Pêkanîna arşîveke kulturî û kelepûrê zarkî yê Kurdistanê tevî  hemû kêmîneyên ayînî û regezî bi mebesta tomarkirina nasnameya neteweyî ya kurdan û hemû kêmîneyên  Kurdistanê ku dîrokeke wan ya hevbeş heye. Ji bo bigihêje van armancên xwe enstîtuyê bi danîna çend beşan dest bi xebateke sîstematîk kiriye:
1. Komkirina kultûrê zarkî yê şênî û akinciyên Kurdistanê.
2. Parastin û amadekirina wan bo sûd jêwergirtinê wekî bingeheke lêkolîn û dahênana kultûrî.
3. Geşepêdana kultûrî ya gelê Kurdistanê bi mebesta veguhastina wê bo nifşên pêşerojê yên gelê me. 
Kar û xebatên enstîtuyê di van beşan de kom dibin.

·    Pirtûkxane: 
Armanca wê komkirina hemû pirtûk û nivîsar û belgenameyên li ser kultûr û kelepûrê Kurdistanê ye ku bo mifaya giştî pêk hatiye wek çavkaniyeke zanistî. Pirtûkxane niha zêdetirî 5 hezar pirtûkan bi hemû şêwezarên kurdî, bi zimanê erebî, îngilîzî, farisî û tirkî û zimanên din û her weha bi sedan kovar û belgenameyan bi xwe ve digre. Pirtûkxaneya elektronîk (e- library) ya enstîtuyê yekemîn pirtûkxaneya elektronîk e li Kurdistan û Iraqê ku li her derê dinyayê bi riya malpera enstîtûyê sûd ji arşîv û pirtûkxaneya enstîtûyê tê wergirtin.

·    Arşîva Deng û Reng: 
Di vê beşê de, kultûr û hunera resen ya Kurdistanê bi awayekî deng û reng û wêne tê komkirin. Ev arşîv bi rengekî dîjîtal e û ne bi tenê bo parastin û hilanînê ye; armanc jê ew e ku di pêş de bibe çavkaniyeke neteweyî bo geşepêdana huner û ferhenga gelê me. Di vê arşîvê de ew hemû deng û rengên (deng-dîmen) ku di 100 salên borî de hatine tomarkirin têne komkirin.

·    Beşa Lêkolîn û Çap û Weşanê: 
Erkê serekî yên vê beşê komkirin û bidestve-anîna tevahiya wan dab û nerîtên ku heta niha nehatine arşîva gelê me û rizgarkirina wan ji windabûn û jibîrkirinê. Bo vê çendê komek şareza û nûner li her çar parçeyên Kurdistanê, lêkolîn û xebatê dikin û li gorî zanîn û karîna xwe materyal û keresteyan didin hev. Her keresteyek jî li gorî cûr û cudahiyên xwe dikeve nav arşîvê û tê parastin yan jî wekî pirtûk û weşan tê amadekirin û pêşkeşî welatiyan tê kirin.

·    Beşa Berhemênan : 
Di vê beşê de komek berhem bi awayê deng, reng, fîlm û pirtûk têne amadekirin ku berhema destkeftiyên arşîva enstîtûyê ne û li nav bazar û medyayê têne belavkirin. Wekî dî sazkirina pêşangehên wêne û konser û festîvalan, birêxistina kor û semînerên kultûrî erkê taybet yê vê beşê ye ku heta niha zêdetirî 100 pirtûk bi zimanê kurdî (soranî, kurmancî, kirdkî, kelhurî, maçoyî) e’rebî, îngîlîzî belav kirine.

·    Beşa Geşepêdanê: 
Digel parastina kultûr û kelepûrê zarkî yê Kurdistanê bi arşîv û belavkirinê, enstîtut bizavê dike da zanista alavên elektronîk û teknîkî yên pêşketî ya îroyîn bi gerê bixe ji bo geşepêdana kultûrî. Bo nimûne, bilûra pîreşivanekî bi navê Qale Merre digel orkestraya jêdar “compose” dike da ku awaz û melodiyên kurdî di çarçoveyeke zanistî de bêne pêşkêşkirin.
Enstîtu her di destpêka damezrandina xwe de, giringî bi karê deng û reng daye, loma di tomargeha wê de çendîn berhemên kultûrî hatine tomarkirin û karê geşepêdanê hatiye kirin û bi rengê CD-DVD û fîlm di medyayê hatine belavkirin an jî bi riya bazarê ketine berdestê dilxwazên hunera resen ya gelê me.

·    Beşa Malper û Înternetê: 
Malpera enstîtuyê li her derê cîhanê peywendiya me digel her kesî saz dike. Di vê malperê de hemû kar û xebata beşên cuda cuda û projeyên enstîtuyê têne raberkirin, bi vî awayî em û temaşekarên me mifayê ji hev werdigrin û alikariya hev dikin, bi taybetî bo wan kesan asankarî tê kirin ku mijûlî lêkolînên kultûrî ne.

Enstîtuya Çanda Kurdî ya Tehranê

Enstîtuya Çanda Kurdî ya Tehranê

Enstîtuya  Kurdî ya Tehranê di sala 2001an de hat damezrandin.


Enstîtuya Kurdî ya Wahingtonê

Enstîtuya  Kurdî ya Wahingtonê


Enstîtuya  Kurdî ya Wahingtonê di sala 1996an de hat damezrandin.



Malpera Enstîtuya  Kurdî ya Wahingtonê

Înstîtuya Kurdî li Stockholmê


Înstîtuya Kurdî li Stockholmê

Xal  I
1- Navê Înstîtuyê
       Înstîtuya Kurdî
2- Cîhê Înstîtuyê
Swêd-Stockholm
3- Înstîtu serbixwe ye û ne girêdayiyê tu rexistineka siyasî ye
Xal  II
Armancên û karûbarên Înstîtuyê:
a- Lêkolîn, berhevkirin, xurtkirin û pê+xistina ziman, wêje û çanda kurdî ye.
b- Înstîtu li ser ziman, wêje û çanda kurdî lêkolînan çêdike û dide çêkirin. Di vî warî de; semîner, panel û civînan amade dike
c- Li ser zargotina kurdî xebat dike. Ew kesên ku di vî warî de xebat dikin an jî xebatên wan hebin, alîkariya wan dike û bi wan re hevkarî û tevkariyê dike.
d- Li gor îmkanên xwe bulten, buro+ûr, kovar, pirtûk û rojname derdixe û diwe+îne.
e- Di her pileyî de kursên zimanê kurdî vedike
f- Berhemên ku bi kurdî û li ser Kurd û Kurdistanê derketine û derdikevin berhev dike. Li gor îmkanên xwe kutupxaneyeke Kurdistanî ava dike.
g- Di qad û çarçoveya xebatên xwe de, bi înstîtuyên kurdî yên din re pêwendiyan datîne, hevkarî û alîkariyê dike.
h- Gorî îmkanan klasîkên Kurd werdigerînê Swêdî, yan jî zimanêkî din yê Ewrûpî û klasîkên swêdî jî werdigerînê kurdî.
i- Xebat û lêkolînan li ser civakê û bi taybetî jî li ser jinan dike.
j- Ji bo entegresyona dîaspora Kurd ya li Ewrûpa xebat û lêkolînan dike.




Înstîtuya Kurdî li Stockholmê ango Înstîtûta kurdî li Stokholmê di sala 1996an de hat damezrandin. Serokê înstîtûtê Dr. Huseyn Xeliqî ye.
Navê kovara înstîtûtê "avaşîn" e. Rewşen weşanxane ya înstîtûtê ye.



Enstîtuya Kurdî li Elmanya


Înstîtûta Kurdî li Elmanya


Înstîtûta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanist di sala 1994'an de li Berlîn hat damezrandin. Navê kovara enstîtuya "Lêkolîn" e. Pirtûkên enstîtuyê di weşanxaneya Weşanên Înstîtûta Kurdî de derdikevin.

Di sala 2007'an de cihê enstîtuyê bû Köln.

Weşan


Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê


Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ango Înstîtûta kurdî ya Stenbolê ji aliyê komek rewşenbîrên kurd ve roja 18'ê nîsana 1992'yan li Stenbolê hate damezirandin. Armanca damezirandina Înstîtuyê, bi awayekî zanyarî li ser dîrok, çand, huner, ziman û hwd., rawestîn bû.

Koma damezirandina Înstîtûta Kurdî ya Stenbolê ji van kesan pêk dihat: Musa Anter, Yaşar Kaya, Feqî Huseyîn Sagniç, ismail Beşikçi,Abdurrahman Dürre, İbrahim Gürbüz, Cemşîd Bender û Süleyman İmamoğlu.

Di weşanên înstîtûtê de Ferhengên tirkî-kurdî û kurdî-tirkî a Zana Farqînî derketin.



Vîdeo


Weşan




ÎNSTÎTÛTA KURDZANÎYÊ-WIEN

ÎNSTÎTÛTA  KURDZANÎYÊ-WIEN

Li bin banê xanîyê pirtûkxana Eichgrabênê hêwra xwe dîtye Înstîtûta kurdzanîyê, ya ku li sala 1994-a ji alîyê Prof. Dr. Celîlê Celîl vebûye. Armanca vê înstîtûtêye: bi rîya lêkolîna, weşandina pirtûka, sêmînara, sîmpozyûma û nîşangeha çand, ziman û îdêntîtêta gelê kurde binpêkirî zêndî xway ke û bihêz ke. Ew usa jî xwe wek pirakê dibîne di navbera Austryayê û Kurdistanê, dixwaze wekî çanda gelê kurd li Austryayê û jê der, nava çarçova Yeketîya Yêvropayê bê naskirin.

Bona vê armancê Înstîtût karê xwe wê bi rîya çalakîyên cûrbicûr bimeşîne. Tevî zincîra çapkirina mûzîka kurdîye gelêrî (notanivîsar û têkst); ser bingeha destnivîsên kevn ji edebyeta kurdaye klasîk wê dest bi çapkirina nivîsarên wana berdewam bike.

Înstîtût projeyeke demdirêj û bingehî ya çapkirina zincîra (şirdana) berhevoka zargotina kurda ya êntsîklopêdîk (ji 25 cildên pirbelg) danîye ber xwe. Karê hana wê bi zimanê kurdî (kurmancî) pêk bê. Pêşgotin û bervedana zanyarî usa jî wê bi zimanê almanî bin.

Înstîtût barê mile xwe yê giring dibîne: bala xelqê Austryayê ser edebyeta kurdî, ser lêkolînên dîroka gelê kurd bikşîne, ji ber vê jî wî destpê kirye têksta bi zimanê almanî çap bike.

Înstîtût sîyasetêva girêdayî nîne, serbixweye. 
Karê xwe ser alîkarîya prîvat ava dike. Jîyandarîya xwe wê bi piştovanîya wan sponsora û kesa biparêze, yên armancên institutê û temendirêjya pirtûkxanê nêzîkî dilê xwe bibînin.

Enstîtuya Kurdî ya Brukselê


Enstîtuya Kurdî ya Brukselê ango Înstîtûta kurdî ya Brukselê rêxistineke civakî û çandî ye.


Di cotmeha sala 1978an de, bi navê Têkoşer - Yekîtiya Karker û Xwendekarên Kurd li Belçîka û paşê di Gulana 1989an de, bi navêEnstituya Kurdî ya Brukselê ava bûye û ji aliyê wezareta çandê ya Belçîkayê ve, di nava çarçewa "perwerdekirina gelemperî ya daîmî" de, bi awayekî fermî hatiye pejirandin û alîkariya maddî distîne.


Du armancên înstîtûtê hene: alîkirina kurdên ku li Belçîkayê dijîn, ji bo ku karibin di civaka belçîkî de ciyekî baş bistînin ("intégration"), bê ku nasnameya xwe ya çandî hunda bikin û agahdarkirina belçîkî, ewropî û kesên din li ser dîrok û çanda kurdî.

Enstîtuya kurdî ya Parîsê


Enstîtuya kurdî ya Parîsê ango Înstîtûta kurdî ya Parîsê (bi fransî Institute kurde de Paris, IKP) di 24'ê reşemî 1983'an de hatiye damezrandin. Ji 1987'an heta îro Kovara Kurmancî rojnameya taybetî li ser pirsên zaravê kurmancî diweşîne. Yek jî avakeran û serokê înstîtûta rojanî îro Kendal Nezan e.