Thursday 1 November 2012

ÎNSTÎTÛTA KURDZANÎYÊ-WIEN

ÎNSTÎTÛTA  KURDZANÎYÊ-WIEN

Li bin banê xanîyê pirtûkxana Eichgrabênê hêwra xwe dîtye Înstîtûta kurdzanîyê, ya ku li sala 1994-a ji alîyê Prof. Dr. Celîlê Celîl vebûye. Armanca vê înstîtûtêye: bi rîya lêkolîna, weşandina pirtûka, sêmînara, sîmpozyûma û nîşangeha çand, ziman û îdêntîtêta gelê kurde binpêkirî zêndî xway ke û bihêz ke. Ew usa jî xwe wek pirakê dibîne di navbera Austryayê û Kurdistanê, dixwaze wekî çanda gelê kurd li Austryayê û jê der, nava çarçova Yeketîya Yêvropayê bê naskirin.

Bona vê armancê Înstîtût karê xwe wê bi rîya çalakîyên cûrbicûr bimeşîne. Tevî zincîra çapkirina mûzîka kurdîye gelêrî (notanivîsar û têkst); ser bingeha destnivîsên kevn ji edebyeta kurdaye klasîk wê dest bi çapkirina nivîsarên wana berdewam bike.

Înstîtût projeyeke demdirêj û bingehî ya çapkirina zincîra (şirdana) berhevoka zargotina kurda ya êntsîklopêdîk (ji 25 cildên pirbelg) danîye ber xwe. Karê hana wê bi zimanê kurdî (kurmancî) pêk bê. Pêşgotin û bervedana zanyarî usa jî wê bi zimanê almanî bin.

Înstîtût barê mile xwe yê giring dibîne: bala xelqê Austryayê ser edebyeta kurdî, ser lêkolînên dîroka gelê kurd bikşîne, ji ber vê jî wî destpê kirye têksta bi zimanê almanî çap bike.

Înstîtût sîyasetêva girêdayî nîne, serbixweye. 
Karê xwe ser alîkarîya prîvat ava dike. Jîyandarîya xwe wê bi piştovanîya wan sponsora û kesa biparêze, yên armancên institutê û temendirêjya pirtûkxanê nêzîkî dilê xwe bibînin.