Mamik - Tiştanok


MAMİK (TIŞTANOK)

Mamkê Mino...

MAMIK(TIŞTANOK)


„Tiştek xweşik heye
Xwedê ew daye,
Zana û roniye
Heft derî lê ye
Kî nezane bê mêjî ye!“ (serî)

********************

„Ji goşt û hestî ye
Pênc şax û bi destî ye
Sed û yek huner lê ye
Li heywana pê ye
De bêjin ev çi ye?“ (tilî û dest)

********************


„Cêwîne li kêlek in
Ne goşt in, lê nermik in
Dengan kom dikin
Ev çi ye, de fem bikin!“ (guh)

********************

„Ne dest e, lê wek hev e
Ne şe ye, wek melêv e
Pehn dibe bi erdê ve
Mirov dipîve gav e!“ (Ling)
********************
„Wek stêrkan diçirûske
Deriyê wê wek brûsk e
Rondik davê wek nîsk e
Li ser dileqe brû û bisk e
Kî ker nebe, wê naske!“ (çav)

********************

„Ximav û xar
Lastîk û dar
Tilî lê hewar
Li kaxizê bar
Tîpên yar û har
Digirin rêz û tar! (Qelem)

********************

 „Pir pelên sîs
navê wê lênivs
Ji bo pênivs
Dikeve kîs!“ (defter)

********************

„Wekî pirpel e
Nivîs lê bel e
Bi bend û bal e
Ji te re heval e!“ (Pirtûk)

********************

„Lastikek nerm e
Radike çivê qelem e!“ (jêbir)
********************

„Ne bi hest û gêjî
Bi pîvan û mêjî
Qelema radihêjî
Ji bo rast be dirêjî!“ (rastkêş)

********************

„Wek şivanê berxika
Dinêre li zaroka
Fêrdike hêdîka
Zanîn û tiştika!“ (mamoste)

********************

„Awayê max û holê
Zaran re wek malê
Kursî û mase li balê
Cîhê fêrbûna salê!“ (pol)

********************
„Li maxa bi dîwarî
Çar çivê bi kêrî
Wekî derî
Roj jê dibarî
Têkdiçe tarî!“ (pencere)
********************

„Li dibîstan e
Hîn cîwan e
Li bendan e
Divê bizane
Dew û dozan e!“ (Xwendekar)

********************

„Li dîwar e
Ne kewar e
Qor bi qor e
Wekî per e
Tişt li ser e
Kî nezane ew ker e!“ (tereg)
Amadekar: Fergîn Melîk Aykoç