Monday 8 August 2016

2. PÊŞBİRKA ÇÎROK Û HEL­BESTAN AŞ.DENİZ FİRAT

2. Pêşbirka Çîrok û Helbestan 2. PÊŞBİRKA ÇÎROK Û HEL­BESTAN AŞ.DENİZ FİRAT
  
2’emîn Pêşbirka Çîrok û Hel­bestan a Ş.Deniz Firat ku ji alîyê Yekîtiya Xwendevanên Azad YXA’ê ve tê li darxistin. Pêşbirka îsal pêşkêşe ji bo şehîdên berxwedana bakûrê Kurdistanê. Pêşbirka îsal di 22 Nîsana 2016’an dest pê kir û kesên bixwazin beşdarî Pêşbirkê bibin divê heta 25 Hezîrana 2016’an berhemên xwe bişînin naven­da saziya ciwanan a Mexmûr’ê. Merasîma 2’emîn Xelatên Wêjeyê yên Ş.Deniz Firat wê di 8 ‘ê Tebaxa 2016 de li wargeha penaberan a mexmûr’ ê pêk were.




Zimanê Tevlîbûnê;

ü Kurdî(kurmancî, zazakî, ­so­ranî), Erebî û Tirkî ye.
                         
Mercên Pêşbirkê:

ü Divê berhem berîya pêşbirkê li tu cihî ne hatibin weşandin.
ü Beşdar dikarin di beşa helbestan de herî zêde bi 2 helbestan û di beşa çîrokan de jî bi çîrokekê beşdar bibin.
ü Beşdar divê berhemên xwe tevî kurte jîyana xwe herî dereng heta 25 Hezîrana 2016’an  bi rêya E-mail ê bigihînin destê me.


Hewlêr / Wargeha Ş.Rustem Cûdî a Mexmûr / Saziya Ciwanan
00964 750 884 92 06    /    00964 750 884 05 22

No comments:

Post a Comment

Şîrove Bikê