Thursday 1 November 2012

Enstîtuya Kelepora Kurdî



Enstîtuya Kelepûrê Kurdî
Di sala 2003an de wekî rêxistineke sîvîl (NGO) hate damezrandin. Wê du bingehên serekî li bajarê Silêmanî û Dihok û her weha nûnertî li Kerkûk û her çar parçeyên Kurdistanê heye.

·    Armanc: 
Pêkanîna arşîveke kulturî û kelepûrê zarkî yê Kurdistanê tevî  hemû kêmîneyên ayînî û regezî bi mebesta tomarkirina nasnameya neteweyî ya kurdan û hemû kêmîneyên  Kurdistanê ku dîrokeke wan ya hevbeş heye. Ji bo bigihêje van armancên xwe enstîtuyê bi danîna çend beşan dest bi xebateke sîstematîk kiriye:
1. Komkirina kultûrê zarkî yê şênî û akinciyên Kurdistanê.
2. Parastin û amadekirina wan bo sûd jêwergirtinê wekî bingeheke lêkolîn û dahênana kultûrî.
3. Geşepêdana kultûrî ya gelê Kurdistanê bi mebesta veguhastina wê bo nifşên pêşerojê yên gelê me. 
Kar û xebatên enstîtuyê di van beşan de kom dibin.

·    Pirtûkxane: 
Armanca wê komkirina hemû pirtûk û nivîsar û belgenameyên li ser kultûr û kelepûrê Kurdistanê ye ku bo mifaya giştî pêk hatiye wek çavkaniyeke zanistî. Pirtûkxane niha zêdetirî 5 hezar pirtûkan bi hemû şêwezarên kurdî, bi zimanê erebî, îngilîzî, farisî û tirkî û zimanên din û her weha bi sedan kovar û belgenameyan bi xwe ve digre. Pirtûkxaneya elektronîk (e- library) ya enstîtuyê yekemîn pirtûkxaneya elektronîk e li Kurdistan û Iraqê ku li her derê dinyayê bi riya malpera enstîtûyê sûd ji arşîv û pirtûkxaneya enstîtûyê tê wergirtin.

·    Arşîva Deng û Reng: 
Di vê beşê de, kultûr û hunera resen ya Kurdistanê bi awayekî deng û reng û wêne tê komkirin. Ev arşîv bi rengekî dîjîtal e û ne bi tenê bo parastin û hilanînê ye; armanc jê ew e ku di pêş de bibe çavkaniyeke neteweyî bo geşepêdana huner û ferhenga gelê me. Di vê arşîvê de ew hemû deng û rengên (deng-dîmen) ku di 100 salên borî de hatine tomarkirin têne komkirin.

·    Beşa Lêkolîn û Çap û Weşanê: 
Erkê serekî yên vê beşê komkirin û bidestve-anîna tevahiya wan dab û nerîtên ku heta niha nehatine arşîva gelê me û rizgarkirina wan ji windabûn û jibîrkirinê. Bo vê çendê komek şareza û nûner li her çar parçeyên Kurdistanê, lêkolîn û xebatê dikin û li gorî zanîn û karîna xwe materyal û keresteyan didin hev. Her keresteyek jî li gorî cûr û cudahiyên xwe dikeve nav arşîvê û tê parastin yan jî wekî pirtûk û weşan tê amadekirin û pêşkeşî welatiyan tê kirin.

·    Beşa Berhemênan : 
Di vê beşê de komek berhem bi awayê deng, reng, fîlm û pirtûk têne amadekirin ku berhema destkeftiyên arşîva enstîtûyê ne û li nav bazar û medyayê têne belavkirin. Wekî dî sazkirina pêşangehên wêne û konser û festîvalan, birêxistina kor û semînerên kultûrî erkê taybet yê vê beşê ye ku heta niha zêdetirî 100 pirtûk bi zimanê kurdî (soranî, kurmancî, kirdkî, kelhurî, maçoyî) e’rebî, îngîlîzî belav kirine.

·    Beşa Geşepêdanê: 
Digel parastina kultûr û kelepûrê zarkî yê Kurdistanê bi arşîv û belavkirinê, enstîtut bizavê dike da zanista alavên elektronîk û teknîkî yên pêşketî ya îroyîn bi gerê bixe ji bo geşepêdana kultûrî. Bo nimûne, bilûra pîreşivanekî bi navê Qale Merre digel orkestraya jêdar “compose” dike da ku awaz û melodiyên kurdî di çarçoveyeke zanistî de bêne pêşkêşkirin.
Enstîtu her di destpêka damezrandina xwe de, giringî bi karê deng û reng daye, loma di tomargeha wê de çendîn berhemên kultûrî hatine tomarkirin û karê geşepêdanê hatiye kirin û bi rengê CD-DVD û fîlm di medyayê hatine belavkirin an jî bi riya bazarê ketine berdestê dilxwazên hunera resen ya gelê me.

·    Beşa Malper û Înternetê: 
Malpera enstîtuyê li her derê cîhanê peywendiya me digel her kesî saz dike. Di vê malperê de hemû kar û xebata beşên cuda cuda û projeyên enstîtuyê têne raberkirin, bi vî awayî em û temaşekarên me mifayê ji hev werdigrin û alikariya hev dikin, bi taybetî bo wan kesan asankarî tê kirin ku mijûlî lêkolînên kultûrî ne.