Friday 13 February 2015

PÊŞBAZIYA ÇÎROKAN A NUREDDÎN ZAZA

Pêşbaziya çîrokan a Nureddîn Zaza




»Afîşa Pêşbaziya Çîrokan
Komeleya Nivîskarên Kurd û Egitim-Sen şaxa Amadê pêşbaziyeka çîrokê bo xwendekarên lîseyê bi herdu kurdiyên kurmancî û dimilî çêdike. Hersê çîrokên serkeftî (yek, du, sê) xelatên diravî distînin. Çîrokên 4, 5, 6 û 7 dê xelata mansiyonê wergirin. Komeleya Nivîskaran di afîşa xwe ya pêşbaziyê de şertên pêşbaziyê û Lijneya Nirxandinê li jêrberçav dike.

Şertên Pêşbaziyê:
1. Komeleya Nivîskarên Kurd û Egitim-Sen şaxa Amadê, bi mebesta geşbûna ziman û wêjeya kurdî, li ser navê nivîskarê kurd Nureddîn Zaza, pêşbaziya çîrokan li dar dixin.
2. Pêşbazî, bi zaravayên kurmancî û dimilî tê li dar xistin.
3. Mijar serbest e.
4. Tenê xwendekarên lîseyê dikarin beşdar bibin.
5. Divê çîrok li gor formata çîrokan bên nivîsandin.
6. Beşdar tenê dikarin bi çîrokekê tevlî bibin.
7. Divê çîrok berî li cihekî din nehatibe çapkirin.
8. Divê çîrok bi riya e-mailê yan li ser CDyê bê ragihandin.
9. Serlêdan, di navbera 15.01.2015 û 15.04.2015yan de ye.
10. Encama pêşbaziyê di 10.05.2015yan de eşkere bibe.
11. Dê çîroka 1. bi 500tl, çîroka 2. bi 300tl, çîroka 3. bi 200tl bê xelat kirin.
12. Çîrokên ku ji bo pêşbaziyê hatine ber destê me li xwediyên wan nayên vegerandin û mafê her du saziyan heye çîrokan çap bikin.
13. Merasîma xelatan dê di 15.05.2015yan de li Diyarbekirê pêk were.

Lijneya Nirxandinê
1. Kurmancî: Edîb Polad, Ismaîl Dîndar, Sîdar Jîr, Hesenê Dewrêş, Ferzan Şêr
2. Dimilî: Roşan Lezgîn, Abdullah Çelîk, Mehmûd Nêşite, Denîz Gunduz, Netîce Altûn Demir

Tel: 0412 223 27 52
Email: nureddinzaza@hotmail.com
Eğitim Sen Diyarbakır Şubesi Kalender Center Kat:6 No:9 Yenişehir-Diyarbakır



No comments:

Post a Comment

Şîrove Bikê