Friday 1 May 2015

PÊŞBAZIYA XELATA ÇÎROKAN A ŞERZAN KURT A V. 2015

XELATA ÇÎROKAN YA ŞERZAN KURT A V. 2015


Eğitim Sen Şaxa Batmanê; ji bo balê bikişîne ser binpêkirina mafên mirovan ên li Tirkiyê û ji bo afirandina berhemên xweser û hêja yên wêjeyî, ev pênc sal in li ser navê ŞERZAN KURT (1989-2010) xelata çîrokan li dar dixe. Şerzan Kurt,dema li Zanîngeha Muğlayê dixwend di 12ê Gulana 2010 an de, di pevçûnekê de bigulleya polêsekî jiyana xwe ji dest dabû.




ŞERTÊN TEVLÎBÛNÊ
1. Berhemên ku tevlî pêşbaziyê bibin divê berî niha li tu deveran (pirtûk, kovar, înternethwd.) nehatibin weşandin.

2. Zimanê pêşbaziyê Kurdî (Kurmancî) û Tirkî ye. Ji bo her zimanekî wê xelatek bê dayîn. Heke jûrî hewce pê bibîne dikare xelatê parve bike.

3. Heta 15ê Gelawêja 2015’an divê çîrok tevî kurtejiyan, navnîşan û wêneyekî ji maila serzankurt2011@gmail.com re bên şandin.

4. Piştî ku encama XELATA ÇÎROKAN A ŞERZAN KURT A V.  aşkerebû, dê berhemên ku jûriyê maqûl dîtine wek pirtûkekê bên weşandin. Kesên ku tevlî pêşbaziyê bibin vê xalê dipejirînin.

5. Encamên pêşbaziyê wê birêya çapemeniyê bên aşkere kirin û xelat di 8ê Kanûnê, di rojbûna ŞERZAN KURT de digel bernameyekê wê werin dayîn.

6. Xelat, peykerekî ku bi taybetî hatiye çêkirin e. Xelatwek pere nayê dayîn. 


JI BO XELATA KURDÎ DESTEYA HILBIJÊR
Mehmet Dicle, İsmail Dindar, Çidem Baran, FewzîBîlge, A. ÇekoJiyan,
Omer Kurt (BavêŞerzan KURT e. Wê ray bi kar neyîne.)

JI BO XELATA TIRKÎ DESTEYA HILBIJÊR
Cem Kalender,Özcan Karabulut, Neslihan Önderoğlu, Hasan Özkılıç,Ercan y Yılmaz
Nejla KURT (DiyaŞerzan KURT e. Wê ray bi kar neyîne.)

No comments:

Post a Comment

Şîrove Bikê