Monday 31 August 2015

2015-Gelawêj : MIJARÊN PIRSÊN KU DI AZMÛNA LÎSANSA BILIN A BÊTEZ YA ZANÎNGEHA ARTUKLUYÊ DE HATINE PIRSÎN


2015 - Gelawêj : Pirs û mijarên di azmûna Zanîngeha Artukluyê de hatine pirsîn.
Bêtez


1. Di peyvekê de, heke di kîteya dawî de tîpa “i” hebe gava ku ew peyv tîpeke dengdêr distîne “i”ya di kîteya dawîn de carinan dikeve.
Di kîjan bijarteyê de rewşeke wisa heye?
Tu sebra dilê min û roniya çavên min î.

2. Ev hevala bi me re nayê. Peywira tîpa “a”yê di vê hevokê de çi ye?
Qertafa Nîşaniyê ( hevala ha).

3. Di kîjanê de tewang rast hatiye bikaranîn?
Mizgînê xwarin xwar.

4. Hevrûkirina berhem û nivîskaran kîjan şaş e?
Selpakfiroş- Lal Laleş. (Selpakfiroş ya K. Nemir e)

5. Kîjanî/ê li ser folklora kurdî berhem neafirandiye?
Sureyya Bedîrxan, cegerxwîn, heciyê cindî. (Bersiv; S. Bedirxan)

6.Di kîjanê de qertafa nerêtiyê şaş e.
Min li malê tiştek ne xwar. (nexwar, divê bi hev ve bê nivîsîn)

7. Di kurmacî de  daçek her car peyva piştî xwe ditewîne. Kîjan bijardek vê qayideyê xira dike?
Ji ber pevçûna gundiyan em di rê de man. (tewang ji ber veqetandekê çê bûye)

8. Kîjan nivîskar li miksê nejiyaye?
Feqiyê teyran, wahd’î, (bijardekên din nehatin bîra min)

9. Guh nedê, merivê nezan dike gotinê erzan. Hevoka binxêzkirî çi ye?
Gotinên pêşiyan,

10. Kîjan dengbêj ne ji herêma serhedê ye?
Kerepatê Xaco, E. Zeynikê, Şakiro, Osoyê ……. (K. Xaco)

11. Rayeka kîjan lêkerê di dema bê û di dema niha de yek e?
Mirin, ketin, bişirîn, nehiwirandin (Pirs çewt e.)

12. Çarîneke M. Cizirî daye û dipirse; helbestkar di vir de çi tîne ziman?
Pesna şah an jî mîrekî dide.

13. Paragrafek heye û dipirse; ramana sereke ya vê paragrafê çi ye?
Qala giringiya berhevkariya wêjeya gelêrî dike.

14. Di kovara “Jîn”ê de nivisiye. Bi qasî qebalaya pirtûkekê helbestên wî hene. (û hinek agahiyên din dane) ev nivîskar kî ye?
Rehmiyê Hekarî

15. Sedemên sîyasî nehiştiye ku berhemên edebî yên kurdan li ser axa xwe gul bidin û belav bibin. Ev rewş ji bo wêjeya nûjen jî wisa bû. “despêk”a  edebiyata nûjen li kîjan welatî şax daye?
Şam

16. Firat Cewerî re derxistiye, li dîasporayê derketiye (û hinek agahiyên din dane ) ev kîjan kovar e?
Nûdem

17. Kîjan tîpên nîvdengdêr in?
y, w, h

 18. Kîjan şaş e?
e, i, û dengdêrên dirêj in

19. Lêkera pêkhatî di kîjanê de şaş hatiye nivisîn?
Ev cîhaza guhdarîkirinê ye
Nexweş îro bi ser xwe ve hat
Ser lê dan heta sibê didomin (bersiv ev e)

20. Di kîjanê de peywira tîpa ‘î’ ji yên din cûdatir e?
Em li bajêr rastî hev hatin
Ezê telefonî te bikim
Te ji me re rastî negot.(bersiv ev e)

21 Lekerên pêkhatî ên ku pêşdaçekan distînin dema ku bi raweya fermanî de tên kişandin, qertafa raweya fermanî –bi dikeve. Di kîjanê de rewşeke li dijî vê heye?
hilbide

22. Her çiqas bireser ne diyar jî be kîjan lêkereke gergûhêz e?
Nivisîn

23. Nivîskarên Kurd di berhemên xwe de jin, wekî alegoriya welat bi kar anine. Wergera vê hevoka kîjan e?

24. Bir grup devrimci üniversiteli öğrenci beni telefonla arayıp yapısalcılık kuramını kaldıracaklarını söylediler. Wergera vê hevokê kijan e?

25. Tiştê ku tê serê welatekî tê serê welatiyên wî welatî jî û tiştê ku tê serê welatiyan tê serê zimanê welatiyan jî. wergera vê hevokê kîjan e?


26. 7-8 pirsên din ên wergerê hebûn 


* Ev pirsên li jor hevalên ku ketine wê azmûnê ji me re şandine.  Heye ku pirs û mijaran de kêmasî hebin.

No comments:

Post a Comment

Şîrove Bikê