Saturday 5 December 2015

SERLÊDANÊN PÊŞBIRKA ARJEN ARÎ DESTPÊKİR

PÊŞBIRKA HELBESTÊ YA ARJEN ARÎ ÎROJ DESTPÊDİKE.

EV ŞARTNAMEYA WÊ YE:
PÊŞBIRKA HELBESTÊ YA ARJEN ARÎ

Ji bo bîranîn û yadkirina Arjen Arî yê yek ji pêşengê helbesta nûjen a helbesta kurdî bû ku di 30ê Kewçêrê de çû ser dilovaniya xwe dê îsal 3.mîn pêşbirka helbestê bê li dar xistin.



Pêşbirk ji bo xwedîlêderketina Zimanê Kurdî û Wêjeya Kurdî ku Arjen Arî di hemû jiyana xwe de bo wê keda xwe da û bo xwedîlêderketina puxteyên hunerê ya navnetewî,ji hêla malbata Arjen Arî,Weşanxane û Çapxaneya Evrenselê, Weşanxaneyên Lîs,Weşanxaneya Ronahî û Komeleya Nivîskarên Kurd ve tê li dar xistin.

Şert û mercên başdarbûna vê pêşbirkê ku dixwaze berhemên wêjeyî yê giranbuha diyarî weşangeriya kurdî bike û wan raberî girseyeke mezin yê xwîneran bike ev in;
• Xelat dê li berhemên bi zaravayê kurmancî hatî nivîsandin bê dayîn.
• Her kesê ku ta niha berhemeke wî/wê ya helbestê ne hatibe çap kirin dikare serî lê bide.
• Endamên juriyê û saziyên piştgiriya vê pêşbirkê dikin dê bi hev re kesekî/ê ku ji bo parastin û pêşvebirina ziman û edebiyata kurdî kar û xebat kiriye hilbijêrin
û“xelata giramgiriyê”bidinê.
• Berhemên ji saziyek an di pêşbirkekê de xelat wergirtibe nikare tevlî pêşbirkê bibe.
• Mafê lijneyê heye ku di dema çapkirina berhema ku xelat wergirtiye de guhertinan
bike.
• Dosyeyên ji bo pêşbirkê bête rêkirin divê di qabareya(hacm) pirtûkê de,64 rûpel (4 form) be.
• Dosye divê di formata A4 5(pênc)nûsxe û bi CDyek ku dosye tê de ye bê rêkirin.
• Dosyeya ku bi kompûterê ne hatî dizayn kirin û CD yek pêve nekirî wê neyên nirxandin.
• Divê di dosyeyê de nav, nişan an mexlas hwd ku xwediyê berhemê bide nasîn tune be.
• Helbestvanên beşdarî pêşbirkê bibin dê kurtejiyan, navnîşan û pêdiviyên bo têkiliyê di nav zerfeke dev girtî de rêbikin.
• Encama pêşbirkê dê 1 Nîsana 2016 de ku roja jidayîkbûna Arî ye de bê aşkere kirin û xelat jî di Fuara Pirtûkan ya Amedê de bê dayîn.
• Dosye bi kargo an bi posteyê:
Pêşbirka helbestê ya Arjen Arî
Yenişehir Mah. Lise Cad. Nevzat Apt. No:51 Kat:1-Daire:1 Yenişehir/Diyarbakır re bêne rêkirin .
• Serlêdanên rû bi rû nayê qebûl kirin.
• Dosyeyên bo pêşbirkê bêne rêkirin li xwediyê wan nayê vegerandin.
• Endamên lijneya pêşbirka helbestê ya Arjen Arî, dê piştî encamê bizanin ka xwediyê berhemên ku dengê xwe dane wan kî ne.
• Qebûlkirina berheman 1Berfanbar- 31 Rêbendan 2016 e.
• Ji bo têkiliyê ,tlf: Reşo Ronahî (0545 978 2711)
Lijneya Pêşbirkê:
Berken Bereh
Îrfan Amîda
Yildiz Çakar
Mihemed Ronahî
Necla Arî


  • http://www.evrensel.net/haber/266450/arjen-ar-siir-yarismasi-icin-basvurular-basladi




  • https://www.facebook.com/Komeleya-Niv%C3%AEskar%C3%AAn-Kurd-1622931321290535/?fref=photo

No comments:

Post a Comment

Şîrove Bikê