Sunday 30 November 2014

Ji bo Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî serlêdan dest pê dike







AMED (DÎHA) – Pêşbirka helbestan a ji bo bîranîna helbestvanê kurd Arjen Arî îsal cara duyemîn tê lidarxistin serlêdan di 1’ê Kanûnê de dest pê dike. Pêşbirka helbestan a bi zaravaya kurdî ya kurmancî tê lidarxistin ji bo hemû kesên berê pirtûka wan a helbestan nehatiye weşandin vekiriye








Ji bo bîranîna helbesvanê kurd Arjen Arî yê ku di 30’ê cotmeha 2012’an de ji ber nexweşiya pençeşêrê jiyana xwe ji dest da îsal cara duyemîn pêşbirka helbestan tê lidarxistin. Têkîldarî pêşbirka ku ji aliyê Weşanên Evrensel, Weşanên Lîs, Weşanên Ronahî û Komeleyü Nivîskarên Kurd ve tê lidarxistin de li Egîtîm Sen a Amedê civîna çapemeniyê hate lidarxistin. 

Li ser navê weşanxaneyan nivîskar Yusuf Karataş axivî û diyar kir ku ev ji bo Arjen Arî yê tevahî jiyana xwe ji bo azadiya ziman û wêjeya kurdî daye û ji têkoşîna xwe tu caran tawîz nedaye par yekem car pêşbîrk li dar xistine. Karataş bilêv kir ku dema ku perwerdehiya zimanê dayikê qedexe bû, li hemberî ziman û wêjeya kurdî de astengî heye berdewamkirina vê pêşbirkê girîng e û pêşbirk di heman demê de ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd a li ser esasên demokratîk de ji bo vê têkoşînê dê di warê ziman û Wêjeyê de bibe dengek. 

Îsal dê ‘Xelata rûmetê’ jî bê dayîn

Karataş da zanîn ku îsal dê ji aliyê lijneya hilbijêr a ku ji hunermend û rewşenbîrên ji neteweyên cuda ve ji bo kesekî ku bê diyarkirin “Xelata rûmetê” bê dayîn. Karataş got ku pêşbirk dê dengên nû tevli wêjeya kurd bike û hêzê bide têkoşîna rakirina astengiyên li hemberî ziman û wêjeya kurdî. 

Xelat dê 23’yê gulanê de bê dayîn 

Serlêdanên ji bo beşdariya pêşbirkê dê di navbera 1’ê kanûna 2014’an û 31’ê çileya 2015’an de bê qebûlkirin. Hemû kesên dikarin bi helbestên xwe yên kurmancî beşdarî pêşbirkê bibin. Piştî serlêdan bi dawî bûn lijniya hilbijêr a ji Berken Bereh, Lal Laleş, Ferhat Pîrbal, Beyar Bavî û Necla Akay pêk tê berhemên ku ji bo xelatê bigirin dê bên diyarkirin û di 23’yê gulana 2015’an de jî bi merasîmê bê dayîn. Kesên ku dixwazin tevli pêşbirkê bibin, dikarin serlêdanên xwe li weşanxaneyên navborî û Komeleya Nivîskarên Kurd bikin.

(sa/wk)

No comments:

Post a Comment

Şîrove Bikê