Tuesday 16 February 2016

ÇALAKIYÊN ROJA ZIMANÊ ZIKMAKÎ

ÇALAKIYÊN  ROJA ZIMANÊ ZIKMAKÎ

  

Panel, Daxwiyanî, Meş, Belgedayîn.

 

 

 

AMED

 ..................................................

 

AMEDEKARIYA 21’Ê SIBATÊ YA NAVENDA KURDÎ-DERÊ
AMED
1-) PANEL
2-) BEŞDARBÛNA RADYO Û TV’YAN
3-) BELGEDAYÎN


PANEL: XWESERIYA DEMOKRATÎK DE, ROLA ZIMAN
Ziman Beden e, Çand Beden e, Erdnîgarî Beden e, Li bedena Xwe Xwedî Derkevin. A.OCALAN

1-) Kurmancî ; Selma IRMAK (Hevseroka KCD’ê)
2-) Kirmanckî (Zazakî) ; Netice ALTUN (Egîtîm Sen)
3-) Wêje; Edip POLAT (Komeleya Nivîskaran)
4-) DîrokaZiman; Nadir ARZÛ (Kurdî-Der)
5-) Moderator; Cihat GÜNEY (Kurdî-Der)

DAXWÎYANÎ
1-) 18.02.2016 Akademiya Ehmedê Xanî û Dibistanên Azad Di
Saet 12:00’yan de Li Ber Saziya Xwe
2-) 19.02.2016’an de Egîtîm Sen, Kurd Pen û Komeleya
Nivîskaran dê di Saet 12:00’yan de li ber saziya xwe de
daxwiyanî bidin.
3-) 20.02.2016’an de Enstîtu û Kurdî-Der bi hev re dê di Saet
12:00’yan de li ber saziya xwe de daxwiyanî bidin.
4-) 20.02.2016’an de dê ÎHD di Saet 12:00’yan de li ber saziya
xwe de daxwiyanî bidin.
5-) 21.02.2016’an de Li ber mêvanxaneyê de dê KCD di saet
12:00’yan de bi hemû pêkateyên rêxistînî re daxwiyaniyê
bidin.

Saziyên ku beşdarî xebatan dibin ev in:
Roja Şemiyê li Ofîsê û Şehîtlixê de ji hêla Keskê(Egîtîm-Sen) ve xebat were meşandin.
Roja Şemiyê de dê Kurdî-Der li taxa Hûzûr Evleriyê de
Roja Şemiyê de dê Akademiya Ahmedê Xanî Kayapinarê ya hêla Peyasê de were meşandin.
Roja Şemiyê de dê Dibistanên Azad li Taxa Rezan de xebata xwe bide meşandin.

 

ÊLIH

.........................

 

GELÊ KURD Ê  BI RÛMET!
Zimanê zikmakî çermê mirov e,
Zimanên din kincên mirov in.
(Celadet Alî Bedirxan)

Di 21ê Sibata 1952an de, di çalakiyeke bi xwestina mafê zimanê dayikê de 11 ciwanên Bangladeşî  ji aliyê dewleta Pakîstanê hatine kuştin. Ji bo vê yekê UNESCO’yê di sala 1999an de bi biryarekê ev roj kiriye roja zimanê dayikê.
Tiştê ku me dike kurd, di serî de kurdî ye ango zimanê me ye.  Zimanê xwe em hêj di zikê dayika xwe de dibihîzin. Zimanê me lorîna dayikên me ye ku me di dergûşa xwe de bihîstiye.  Şîretên bavên me ye ku gelek caran li me hatine kirin. Li ser zimanê dengbêjekî vegotina kul  û keserên me ye û di govendê de tilîliyên me ye.
Ziman wek darekê ye. Em av bidin şîn dibe, em av nedin hişk dibe. Şînkirina zimanekî, bi wî zimanî axaftin e. Zimanê ku pê nayê axaftin bêhêz dibe û ber bi mirinê ve diçe.
Her sal 21ê Sibatê bi çalakiyên cur bi cur tê pîrozkirin. Em jî ji bo ku balê bikişînin giringiya ser zimanê dayikê û xwedî li zimanê xwe derkevin, me bernameyek amade kiriye.
Em bang li gelê xwe dikin û dibêjin;  Em li zimanê xwe xwedî derkevin!


BERNAMEYA  PÎROZKIRINA ROJA ZIMANÊ ZIKMAKÎ YA CÎHANÊ
DÎROK
SAET
CIH
NAVEROK
18.02.2016
13.00
Kêleka Bağlar Anaokulu
Daxuyanî
Koma Erbanê
Dersa Kurdî
Diyarî Ji Bo Zarokan
19.02.2016
13.00
Mala Gel a Mehmet Sincar
20.02.2016
13.00
Mala Gel a Musa Anter
21.02.2016
13.00
Li Ber Sînemaya Yilmaz Guney
21.02.2016
14.00
Eywana Sînemaya Yilmaz Guney
Koroya Koma Zarokan
Merasîma Sertifîka Dayînê

 

KURDÎ DER ŞAXA ÊLIHÊ

 

 

 

 

No comments:

Post a Comment

Şîrove Bikê