Wednesday 20 February 2013

Roja Navneteweyî ya Zimanê Zikmakî


Roja Navneteweyî ya Zimanê Zikmakî

Roja Navneteweyî ya Zimanê Zikmakî her sal 21ê sibatê te pîrozkirin.
 Ev roj, di 17.11.1999 de ji aliyê UNESCOyê hat pejirandin û bi seremonîyekî hat ragihandin. Ev roj her sal li seranserê cîhanê bi çalakiyên pirrengî tê pîrozkirin. Armancên vê rojê ev in:
  • Balkişandina ser mafê perwerdeya zimanê zikmakî
  • Bilindkirina famdariya ji bo civakeka pirçandî
  • Bilindkirina toleransa li hember mirovên cihêreng

Çima 21ê sibatê?

Dema ku UNESCO li ser pirsa dîyarkirina rojê di nav lêgerînê de bû, 

Bangladeşiyan 21ê sibatê pêşnîyar kir.

Di 21ê sibata 1952ê de, di xwepêşandaneka ji bo fermîbûna zimanê zikmakî de
polîs 11 kes kuştin. Loma Bengladeşî 21ê sibatê wek roja şehîdên zimanê xwe bibîrtînin.
Bengladeş heta sala 1971ê mêtingeha Pakîstanê bû. Hema hema hemî bengladeşî
bi bengalî dipeyivîn, lê dîsa jî zimanê wan yê fermî zimanê Pakîstanê, urdû, bû.
Bengladeşî ji vê yekê ne razî bûn. Nerazîbûna xwe bi çalakiyên têvel diyar dikirin.
Di 21ê sibata 1952ê de, ji bo ku zimanê bengalî jî li gel zimanê pakîstanê yê fermî,urdu,
 bibe zimanê fermî, xwendekaran xwepêşandaneka girseyî li dar xist. Polîs êrîş bir
ser xwepêşandaran û 11 kes kuştin. Lê bengladeşiyan têkoşîna xwe ya ji bo fermîbûna
 zimanê xwe yê zikmakî domandin.
Hukumeta Pakistanê neçar ma ku di 1956ê de urdu û bengalî bi hev re
 li Pakîstanê bike zimanên fermî. 21ê sibatê, di têkoşîna ji bo bikaranîna
mafê zimanê zikmakî qonaxeka girîng e. Lewma UNESCoyê ev roj pejirand.
Di van salên dawî de kurd jî hêdî hêdî vê rojê pîroz dikin û balê dikşînin ser
mafê kurdan yê perwerdeya zimanê zikmakî û perwerdeya bi zimanê zikmakî

16 comments:

  1. ZIMANÊ ZIKMAKÎ PÎROZ E

    ReplyDelete
  2. ZIMANÊ ME HEBÛNA ME YE

    ReplyDelete
  3. Bi Kurdî Bixwîne,
    Bi Kurdî Bifikire,
    Bi Kurdî Bijî.

    ReplyDelete
  4. PARASTINA ZIMANÊ ZIKMAKÎ, MAFEKÎ GERDÛNÎYE.

    ReplyDelete
  5. ZIMANÊ ME HEBÛNA ME YE.

    ReplyDelete
  6. Em Perwerdehiya Zimanê Zikmakî Dixwazin.

    ReplyDelete
  7. ZIMANÊ MIN QEDEXE NEKE!

    ReplyDelete
  8. Zimanê me rûmeta me ye!

    ReplyDelete
  9. Bê Ziman Jiyan Nabe!

    ReplyDelete
  10. Em Perwerdehiya Bi Zimanê Dayikê Dixwazin!

    ReplyDelete
  11. Ji Bo Pêşketina Ziman Emê Her Qadê Bikin Dibistan.

    ReplyDelete
  12. Roja zimanê zikmakî pîroz be!

    ReplyDelete
  13. Sînorê Zimanê Min Sînorê Cîhana Min e.

    ReplyDelete
  14. Roja Zimanê Zikmakî" li hemû gelan pîroz be!

    ReplyDelete
  15. ZIMANÊ MIN NASNAMEYA MIN E.

    ReplyDelete
  16. Ziman Hebûn e, Bêzimanbûn Tinebûn e

    ReplyDelete

Şîrove Bikê