Wednesday 24 June 2015

23. Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî

23. Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî






23’yemîn Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî ku ji aliyê YXK’ê ve tê lidarxistin, dest pê kir. Di pêşbirkê de îsal di nav beşa wêjeyê de cih ji berhemên ermenî re jî hatiye veqetandin. Par di vê beşê de berhemên aramî hatin qebûlkirin
23’yemîn Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî ku ji aliyê Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) ve tê lidarxistin, dest pê kir. Di pêşbirkê de dê îsal di nava beşa wêjeyê de cih ji berhemên ermenî re bê veqetandin. Di daxuyaniya YXK’ê ya li ser mijarê de hat ragihandin ku ji bo Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî ya ku ji sala 1993’yan û vir ve bi kevneşopî tê lidarxistin, ji 15’ê gulanê û pê ve serlêdanan dest pê kirine û wiha hat gotin: “Ji bo pêşbirkê, heta 31’ê tebaxa 2015’an çîrok û helbest dikarin werin şandin.
Îsal tevî zaravayên kurmancî, kirmanckî û soranî yên kurdî, berhemên bi zimanên ermenî, tirkî û almanî jî tên qebûlkirin.” YXK’ê da xuyakirin ku têkoşîna şoreşa Kurdistanê di asta Ronesansa Kurd de ye û destnîşan kir ku ji nû ve vejîn herî zêde xwe di çand, huner û qadên din ên sosyalîteyê de dide xuyakirin.
DIYARIYA ÎSAL
Bi munasebeta 100’emîn salvegera Qirkirina Ermeniyan YXK’ê pêşbirka îsal diyarî gelê ermenî, şoreşgerên li Rojava û Şengalê jiyana xwe ji dest dan, asûriyan û hemû gel û çandên li Mezopotamyayê yên rastî qirkirinê hatine, kir. YXK’ê da zanîn ku par 485 berhem tevli pêşbirkê bûne û îsal di beşa wêjeyê de dê ji berhemên ermenî re jî cih were veqetandin.
MERCÊN BEŞDARIYÊ
23’yemîn Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî, mîna her sal îsal jî ji du beşan pêk tê. Beşa yekemîn; ji 15’ê gulanê heta 31’ê tebaxê qebûlkirina berheman e. Di vê demê de dê berhem di çarçoveya şertên hatine diyarkirin de ji navnîşan û e-mailên hatine destnîşankirin re bên şandin. Ev berhem dê ji aliyê jûriyan ve bi awayekî cuda cuda werin nirxandin. Beşa duyemîn jî; çalakiya fînalê ye. Di 17’ê cotmeha 2015’an de wê li bajarê Dortmundê Almanyayê bi merasîmekê berhemên ketine dereceyê bi raya giştî re werin parvekirin.
Zimanên berheman dê kurdî (Kurmancî, kirmanckî, soranî), almanî, ermenî û tirkî be. Pêwîst e berhem beriya niha li tu deverê nehatibe weşandin. Beşdar, di beşa helbestan de bi du berheman, di beşa çîrokan de jî dikarin bi berhemekê tevli bibin. Beşdar divê li gel berhemên xwe nivîsek li ser kurtejiyana xwe heta 31’ê tebaxa 2015’an bişînin navnîşana hatiye dayîn. Beşdarên derfeta wan nîn e, dê karibin berhemên xwe bi rêya e-maîlê bişînin.
Endamên juriyê û navnîşan
DI BEŞA helbestên kurmancî de: Fatma Savci, Rênas Jiyan, Medenî Ferho. Di beşa çîrokên kurmancî de: Sîdar Jîr, Dilaver Zeraq, Mazhar Roj. Helbest û çîrokên kirmanckî: Denîz Gunduz, Haydar Diljen, Îhsan Espar. Helbest û çîrokên soranî: Xerî Sengale, Mansour Teyforî. Helbest û çîrokên almanî: Fatîma Moumounî û xwendekarên YXK’ê. Helbest û çîrokên ermenî: Dr. Vazrîg Bazîl, Arîs Nalcî, Pakrat Estûkyan. Di beşa helbestên tirkî de: Hîcrî Îzgoren, Şukru Erbaş, Sezaî Sarioglû. Di beşa çîrokên tirkî de: Gunay Aslan, Guler Yildiz, Îrfan Aktan. Kesên ku dixwazin tevli pêşbirkê bibin dikarin berhemên xwe bi riya e-maîl an jî postê rê bikin van navnîşanan: Edebiyatetkinligi Postfach 10 03 1044003 Dortmund Almanya. Email: huseyin-celebi@yxkonline.de Ji bo pirs û agahiyên berfireh e-maîlên xwe rê bikin: info@yxkonline.de
Xelatên 2014’an
DI MERASÎMA Xelatên 22’yemîn Çalakiya Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî de di beşa helbestan a kurmancî de helbesta Hebîb Aslan ya bi navê ‘Gulperî’, di beşa helbestan a kirmanckî de helbestên Îdrîs Yazar a bi navê ‘Hesreta şenike’ û ‘Çengale’, di beşa helbestên tirkî de helbesta Îbrahîm Şahîn a bi navê ‘Serkeftina yên li bendê ne’ (Beklenenîn Zaferî) û di beşa çîrokan de çîroka Jinda Asmen a bi navê ‘Dilopa Nîsanê’ hêjayî xelata yekemîn hatibûn dîtin.
FRANKFURT ANF


No comments:

Post a Comment

Şîrove Bikê